• Xelatên Filmên Ewrûpayê yên ku weke “Oscarên Ewrupa”yê tên zanîn, îsal cara 34’an bi awayekî online hatin belavkirin. 

Xelatên Filmên Ewrûpayê yên ku weke “Oscarên Ewrupa”yê tên zanîn, îsal cara 34’an bi awayekî online hatin belavkirin. Filma “Quo Vadis, Aida?” ya ku behsa qirkirina Srebrenitsa dike, weke filma herî baş hate neqandin. 

Derhênera filmê, Jasmila Zbanic xelata derhênera herî baş û lîstikvana bi navê Jasna Duricic jî xelata lîstikvana herî baş wergirt. Derhêner Jasmila Zbanic got, ew vê xelatê diyariyê dayik, jin û bavên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dayî dike.

Antony Hopkins jî bi rola xwe ya ku di filma “The Father” de dilîst, xelata lîstikvanê mêr yê herî baş wergirt. Sanaryoya filma “The Father” jî weke senaryoya herî baş hate neqandin û ji bo vê serketina xwe, Florin Zeller û Christopher Hampton xelata senaryoyê ya herî baş wergirtin.

Akedimiya Filman ya Ewrûpayê her sal Xelatên Filmên Ewrûpayê dide.

NAVENDA NÛÇEYAN