- Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê di nava avahiya sendîkayê de “Quncika Zimanê Dayikê” ava kir û dest bi dayina dersa Kurmancî kir.
Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê di nava avahiya sendîkayê de “Quncika Zimanê Dayikê” ava kir û dest bi dayina dersa Kurmancî kir.
Egîtîm Senê di rêziknameya xwe de cih dabû “hînbûna bi zimanê dayikê” doza girtinê lê hatibû vekirin, di serî de Kurdî ji bo gelek zimanan têkoşîna zimanê dayikê dimeşîne. Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê di avahiya sendîkayê de bi navê “Quncika Zimanê Dayikê” pirtûkxaneya zimanê dayikê ava kir. Di serî de hefteyê carekê wê bi Kurmancî ders werin dayîn. Endamên sendîkayê yên ku zimanê wan ê dayikê Tirkî û Erebî ye, hînî Kurdî dibin. Di demên pêş de sendîka wê bi şêwezarê Kurdî Zazakiyê û Erebî jî dersa bide.
Serokê Şaxa Egîtîm Sena Mêrsînê Mahmût Sumbul, da zanîn ku hem di asta destpêkê hem jî di asta pêşketî de wan perwerdehiya bi Kurmancî daye destpêkirin. Sumbul got, “Ji bo belavkirin û dewlemendkirina zimanên tên windakirin, divê mirov têbikoşe.”
Sumbul got, mafê zimanê dayikê mafekî bingehîn e û dersên bijarte têra hînkirina wî nekin.
Sumbul, anî ziman ku di mijara dersên bijarte de amadekarî kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berhemên broşur û dîtbariyê yên atolyeyên me yên zimanê dayikê, hene. Bi van xebatan me destnîşan kir ku divê di hilbijartina zimanê dayikê de çi bê nirxandin yan jî çi were kirin. Me dest pê kir ku van ragihînin beşên têkildar.”
MÊRSÎN