Hunermendê Japonî Naoki Onogawa ji zarokatiya xwe ve bala wî çûye ser hunerê orîgamî û ew heyranê vî hunerî ye. Onogawa ji xeynî destê xwe, tiştekî din naşixulîne û bi serên tiliyên xwe bi hezaran qulingên piçûk yên ji kaxêzê çêdike. Ew van qulingên piçûk yên ji kaxezê li ser guliyên daran yên ku wek peykeran xuya dikin, bi cih dike û bi vî awayî berhemên serketî yên orîgamî derdixe holê.
Onogawa, piştî erdheja li Japonya ya sala 2011’an, dibe şahidê bûyerekê û ev bûyer bandoreke mayînde li hunerê wî dike. Dema di nav dibistaneke hilweşiyayî de komek qulingên ji kaxezê dibîne, ew pirr hestiyar dibe û li hember bedewiya wan matmayî dimîne. Piştî wê kêliyê, ew bêhtir bala xwe dide qulingên kaxezî û ew dibin mijara sereke ya berhemên wî. Wî heta niha bi serên tiliyên xwe bi hezaran qulingên ji kaxezê çêkirine û hîna jî ev kar dewam dike.
Onogawa derbarê qulingên kaxezî de dibêje, “Ez dixwazim cihekî ji qulingên kaxezî re vekim û wan dîsa bînim bîra mirovan. Ez dixwazim raboriya wan bi şêwaza xwe ya nû careke din vekişînim vê demê. Kesên ku qulingên ji kaxezê yên orîgamî dinasin di heman demê de li raboriya xwe jî xwedî derdikevin. Her mirov li gorî xwe li qulingên kaxezî dihizire û bi awayekî cuda wan hîs dike. Ez jî dixwazim bi van berhemên xwe yên orîgamiyê dilê mirovan ji nû ve geş bikim û bikim ku ew hin tiştan hîs bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN