- Sadako Sasakî, keçeke Japonî bû. Gava ew 12 salî bû ji ber radyasyona bombeya atomê ya li Hîroşîmayê teqiya, nexweş ket. Vê nexweşiyê kir ku Sasakî losemî bibe. Bijîşkan got, tenê salek emrê wê maye. Keça ciwan Sadako Sasakî bi hêviya xwe ji vê nexweşiya kambax xelas bike dest bi çêkirina 1000 qulingên ji kaxizê kir.
Gava behsa orîgamî yanî hunerê tewandina kaxizan dibe, beveneve pêşî “Qulingên ji kaxizê” tên bîra mirovî. Ji ber ku ev qulingên ji kaxizê xweşik û henûn in gelekî ji wan tê hezkirin. Lê li pey van qulingên ji kaxizê serhatiyek jî heye û li Japonyayê ev qulingên ji kaxizê xwedî manewiyateke mezin in.
Sinehetkariya van qulingên ji kaxizê ji mêj e. Lê me bêhtir navên van qulingan bi saya keça piçûk Sadako Sasakî bihîst û piştî ku vê keçikê xwest bi qulingên ji kaxizê peyameke bi hêz û mayînde bişîne ji dinyayê re, ev qulingên ji kaxizê yên bi hunerê orîgamî bêhtir hatin naskirin. Îro roj, ev quling bûne sembola hêvî, hezkirin û aştiyê. Mirov van qulingan ji hezkiriyên xwe re çêdikin û weke diyariyekê ji hevdu re dişînin.
Jê formeke hunerî ava kirin
Heger em berê xwe bidin dîrok û maneya sinehetkariya orîgamî û kaxizan, divê em herin serdema Xanên Çînî. Pêvajo pêşî li wir dest pê dike, lê di sedsala 6’an de li Japonyayê jî kaxiz tê naskirin. Her çiqas li hin welatên din jî mirov bi tewandina kaxizan yan jî orîgamiyê re mijûl bûn jî Japonan ji vê tewandina kaxizan formeke hunerî ava kir. Orîgamî, destpêkê weke “Orîkata” (Şiklên hatine tewandin) dihate zanîn. Lê ev sinehetkarî sala 1880’yî weke orîgamî hate binavkirin. Orîgamî, ji du peyvên Japonî pêk tê, “oru” (tewandin) û “kami” (kaxiz). Destpêkê gava hunerê orîgamî derket holê, kaxiz pirr biha bû, ji lewre jî ev huner tenê ji bo kesên elît û tovrindên Japonî bû. Keşeyên Japonî di rîtûelên Şînto de ji bo merasîmên xwe bixemilînin ji van kaxizan sûd wergirtin û hin fîgûr ji van kaxizan çêkirin. Yanî mirov dikare bibêje, heta “Serdema Edo” (1603-1868) kaxiz biha bû û her kesî nikaribû bi vî hunerî re mijûl bibe. Lê piştî Serdema Edo êdî kesên ji rêzê jî dest avêtin vî sinhetî û şiklên ji kaxizê çêkirin û weke diyarî dan heval û malbatên xwe. Bi vî awayî ev huner li Japonyayê popûler bû û îro ev çand li hemû dinyayê belav bûye.
Quling yan jî ‘teyrê bextewariyê’
Li Japonya, Çîn û Kore’yê tê bawerkirin ku quling 1000 salî dijîn û ev çûk li wir wek efsaneyekê tê zanîn. Nexasim jî Japon ji qulingan pirr hez dikin û bi gelemperî ji bo quling dibêjin, “teyrê bextewariyê”. Ew wisa dizanin ku quling nêneriya bextekî xweş û emrekî dirêj dike. Her wiha ew bi perrên xwe wan diparêzê jî. Gava hin dayik ji bo zarokên xwe fikaran dikin, diayekê dixwînin. Ev diaku bûye weke rêûresmekê û wiha ye:“Ey refê qulingên li asîmanan, zarokên min bi perrên xwe binixumînin.”
Nîşaneya rûmet û girêdanê bûn
Li Japonyayê, rêûresma qulingên ji kaxizê yên ku jê re “Orîzuru” tê gotin, di navbera salên 1185 û 1603’an de dest pê kir. Ev kaxizên wek qulingan her wiha nîşaneya rûmet û dilsoziyê bûn û mirovan ew weke diyarî ji hev re dişandin. Her çiqas ev huner di wan salan de derketibe holê jî bi awayekî fermî di sedsala 16’an de tê qebûlkirin. Sala 1797’an li Japonyayê pirtûkeke bi navê “Senbazuru Orikata” (Nepeniya qatkirina 1000 qulingên ji kaxizê) tê çapkirin. Derbarê orîgamî û qulingên ji kaxizê de pirtûka yekem e. Di vê pirtûkê de derbarê rêbaza çêkirina qulingan de gelek agahî hene û bi hezaran mînakên qulingan yên ji hev cihê jî tş de peyda dibin.
Di folklora Japonan de kî 1000 qulingên ji kaxizê çêbike, mafekî wî heye ku mirazeke xweş ji bo xwe bixwaze. Tê gotin ku mirazê wan kesên qulingên ji kaxizê çêdikin, qebûl dibe. Li Japonyayê ji bo vê rêûresmê jî “Senbazuru” tê gotin. Ev qulingên ji kaxizê bi demê re di wextên zor û zehmet de jî bûn sembola hêvî û şîfa yê. Lê dinyayê ev qulingên ji kaxizê bi keça ciwan Sadako Sasakî re nas kir.
Serpêhatiya Sadako Sasakî
Sadako Sasakî, keçeke Japonî bû. Gava ew hîna 12 salî bû ji ber radyasyona bombeya atomê ya ku li Hîroşîmayê teqiya, nexweş ket. Bi demê re ev nexweşî li Sasakî dibe losemî (êşa xwînsipîbûnê). Bijîşkan got, tenê salek emrê wê maye. Keça ciwan Sadako Sasakî bi hêviya xwe ji vê nexweşiya kambax xelas bike, dest bi çêkirina 1000 qulingên ji kaxizê kir. Her ku wext derbas bû koleksiyona wê ya qulingan mezin bû û piştî demekê wê armanca xwe guhert û ji dêvla jiyana xwe, xwest aştî li dinyayê pêk were û ji bo vê hêviya xwe, vê carê dest bi çêkirina qulingan kir. Gava rewşa wê ber bi nebaşiyê ve çû jî wê dev ji vî karî berneda û quling çêkirin. Hin caran hevalên wê yên sinifê jî dihatin pê re çêdikirin û alîkariya wê dikirin. Piştî ku wefat kir, ji bo wê çelengeke ji 1000 qulingên kaxizî hatibû çêkirin û ew bi van qulingan spartin axê.
Sadako Sasakî piştî mirina xwe bû sembola aştî û hezkirinê. Li “Parka Aştiyê ya Hîroşîmayê” peykerekî wê heye û her sal bi sedan zarok diçin serdana Sadako Sasakî û qulingên ji kaxizê diyarî wê dikin. Her wiha ew ji bo aştiya cîhanê jî daxwaz û mirazên xwe tînin ziman.
TOKYO