- Pêşangeha şêwekar Alî Zûlfîkar ku ji 1’ê Cotmehê ve li Berlînê vekirîbû bi dawî bû. Alî Zûlfîkar bi portreyên xwe behsa ‘Qîrîna Azadiyê’ ya berxwedêran dike. Her wiha ew bi van portreyan bi meseleyên civakî jî dadikeve û bala xelkê dibe ser têkoşîna hevpar a li hember kapîtalîzm û desthelatdaran.
HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Pêşangeha bi navê “Reflexion” a şêwekar Alî Zûlfîkar ku di 1’ê Cotmehê de li Junge Welt Maigaleria ango Berlînê hatibû vekirin bi dawî bû. Alî Zûlfîkar cara yekem portreyê xwe yê “Cry for Freedom” (Qîrîna Azadiyê) ku ji bo serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan çêkiribû jî di vê pêşangehê de nîşan da. Wekî din wî di vê pêşangeha xwe de bi tevahî 40 berhemên xwe nîşan da. Di pêşangehê de portreyên van kesan jî hebûn; Greta Thunberg, Fîgen Yuksekdağ, Selahattin Demirtaş, Antonio Gramsci, Rosa Luxemburg, Nelson Mandela û Che Guevara.
Di nav van portreyan de portreyê herî zêde derket pêş portreyê Abdullah Ocalan bû ku li ser darekê hatiye çêkirin, nexasim jî di warê teknîkî de balê bir ser xwe. Alî Zûlfîkar da zanîn ku wî bi vî portreyê xwestiye balê bibe ser tecrîdê û nîşan bide ku Abdullah Ocalan di navbera xelkên dinyayê de weke pireke aştiyê ye.
‘Bi hunerê rastiye aniye ziman’
Redaktorê rojnameya Junge Welt, dîrokzan Nick Brauns di roja dawî ya pêşangehê de axivî û got; “Alî Zûlfîkar bi rêya portreyên xwe bi meseleyên civakî dadikeve. Di pêşangehê de balê dibe ser zilma li Kurdan dibe û her wiha qedexebûna zimanê wan jî rexne dike. Her wiha îzalasyona li ser Ocalan û daxwazên ji bo çareseriyeke demokratîk ku niha li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêdivî pê heye jî tîne ziman ev pêşangeh. Berxwedana kesên ku li hember pêkûtiyên dewletê derdikevin û aştiyê dixwazin jî derdikeve pêş di portreyên wî de. Ji bo ku Alî Zûlfîkar bi berhemên xwe rastiyê aniye ziman û balê biriye ser van meseleyan em jê re spas dikin.”
‘Qîrîna azadiyê’ ya Ocalan
Şêwekar Alî Zûlfîkar jî di roja dawî ya pêşangeha xwe de behsa pêvajoya pêşangeha xwe kir û got; “Bi portreyê GRETA min balê bire ser aktivîsta hawirdorê Greta Thunberg û behsa berxwedana wê kir. Wekî din di portreyên din de jî min gelek zehmetî dîtin heta ku min bi dawî kir. Lê dixwazim behsa berhema xwe ya ‘Qîrîna Azadiyê’ bikim ku cara yekeme ez di pêşangehê de nîşan didim. Di derbarê serpêhatiya Ocalan de hin hizrên min hebûn. Her ku ez ketim nava van hizran min tiştên nû peyda kirin. Ji xwe gava hûn baş bala xwe bidin ser tablo hûnê bibînin ku ez gelek hêlên civaka Kurd jî bi rêya vî tabloyê nîşan didim.”
Li hember kapîtalîzmê berxwedana kolektîf
Di pêşangehê de bi rêya hunerê mefhûmên weke edalet û azadiyê jî hatin nîqaşkirin. Di dawiya pêşangehê de panelek jî hate lidarxistin. Ji rojnameya Junge Welt dîrokzan Nick Brauns moderatoriya panelê kir û nivîskar Fabian Scheidler jî bersiva hin pirsan da. Fabian Scheidler balê bir ser yekîtî û hevkariya li hember kapîtalîzmê û got; “Li hember krîzên ekolojîk û kapîtalîzmê divê mirov bi berxwedanê dakeve û bibîne ku deshelatî êdî nikare bi vî awayî xwe li ser lingan bihêle. Ji lewma pir girînge ku tevgerên berxwedêr li hember hêzên tarî yên dinyayê li ber xwe bidin û bi hevre hereket bikin. Aktivîzma Greta Thunberg a ji bo avûhewayê vegeriya berxwedana xelkê jî. Divê hêzên berxwedêr wergin gel hev û bi awayekî kolektîf tevbigerin. Naxwe ev pergala kapîtalîzmê ya ku her roj zextan zêde dike bi hesanî têk naçe. Mirov dikare mînakên Zapatîstayan û serpêhatiyên li Rojava nîşan bide. Nexasim jî fikrên kesên weke Abdullah Ocalan û David Graeber îlhamê didin tevgerên berxwedêr û ev tevger li gor rêgezên demokratîk hêviyên mezin ava dikin. Ji lewma pirr hêja ye ku şêwekarek bi van meseleyan dadikeve û bi awayekî çandî van meseleyan dinirxîne. Ev jî dibe çavkaniya hêz û moraleke nû ji bo van tevgerên berxwedêr.”
Piştî stranên Cengîz Yazgı û Soner Tepeli pêşangeh bi dawî bû.