Qeyûm rejîmeke mêtinkar e
Çarşem 19 Sibat 2025 - 02:55
ROZA METÎNA / AMED
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglu têkildarî tayinkirina qeyûman de da zanîn gel qeyûm qebûl nake û got:"Qeyûm ji bo ku hem nasnameya jinê hem jî nasnameya Kurd ji heqîqetê dûr bixe û ji têkoşîna azadiyê dûr bixe, weke rejîmeke mêtinkar dewam dike."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di doza ku di 11'ê Sibatê de dihat darizandin de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li ser vê biryarê gelê Wanê li avahiya şaredariyê dest bi nobetê kir. Li gel ku berxwedana gel didome, di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin. Bi vê re polîtîkayên rejîma AKP'ê ya tayinkirina qeyûman dewam kir.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Halîde Turkoglu têkilarî tayinkirina qeyûman nirxandin kir.
Qeyûmên înkara demokrasiyê ye
Halîde Turkoglu di destpêkê de bal bir ser armanca tayinkirina qeyûman û wiha got:"Kiryarên qeyûman parçeyek ji zîhniyeta rêveberiyê ye ku nîşaneya înkara Kurdan a bi sedsalan e. Înkarkirina Kurdan ji aliyê mejiyê netew-dewletê ve, di tevahiya sedsalê de pêkanînên bi vî rengî xistiye meriyetê. Ji sala 2016’an vir ve qadên ku rêveberiyên herêmî îradeya gel temsîl dikin, bi tayînkirina qeyûman a ji aliyê hikûmetê ve hewl tê dayîn bên tinekirin. Qeyûmên ku înkara demokrasiyê ye, di heman demê de desteserkirina mafê dengdan û hilbijartinê ye. Tevî ku gel di her hilbijartinê de îradeya xwe li ser sindoqan diyar dike jî, hikûmet bi rêbazên darazê yên komploger qeyûm tayînî şaredariyên DEM Partiyê dike. Qeyûmên ku cara sêyem tên tayinkirin, di heman demê de dijminatiya hikûmetê ya li hemberî Kurdan jî bi zelalî nîşan dide. Jiholêrakirina demokrasiya herêmî tê wateya sazûmankirina rejîmeke otorîter a li welat. Di vî warî de qeyûm sazûmana herêmî ya rejîma yekmêrî ne."
Qeyûm rejîmeke mêtinkar e
Halîde Turkoglu ya bal bir ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi destên qeyûman wiha got:"Yek ji pêkanînên herî dijwar ên polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên sedsalî ye. Di dema înkarkirina îradeyê de, armanca sereke ya qeyûman jiholêrakirina çand, ziman, dîrok û bîranîna Kurdî ye. Tu çiqasî ji zimanê xwe, ji nasnameya xwe, ji çanda xwe, ji hafizeya xwe dûr bikevî, ewqasî tu ji îradeya xwe dûr dikevî. Qeyûm ji bo hilweşandina civaka Kurd û hemû nirxên ku ji aliyê civaka Kurd ve hatine afirandin, dixebitin. Qeyûm şano, konser û sînemayên Kurdî qedexe dikin. Bi hişmendiyeke ku civaka Kurd bêqîmet dike û asîmîlasyonê dixe navendê vana pêk tînin. Bi polîtîkayên îmhaya ziman û çandê re, rejîma qeyûman di rêveberiyên herêmî de ji bo asîmîlasyoneke îdeolojîk a li dijî Kurdan dixebitin. Qeyûm ji bo ku hem nasnameya jinê hem jî nasnameya Kurd ji heqîqetê dûr bixe û ji têkoşîna azadiyê dûr bixe, weke rejîmeke mêtinkar dewam dike."
Milkên şaredariyan difroşin
Halîde Turkoglu di heman demê de li ser polîtîkayên rantê yên qeyûman wiha got:"Zihniyeta mêtingeriya kolonyal bi rengê rantê jî xwe îfade dike. Qeyûm şaredarî di nav deynan de hiştin. Qeyûman îhale ji alîgirên xwe re pêşkêş kirin û milkên şaredariyan difroşin."
Hevserokatî pergala wekhev e
Halîde Turkoglu diyar kir ku hevserokatî pergala wekhev e û got:"Hevserokatî pergala avakirina jiyana wekhev û azad e, sîstema demokratîkkirina civakê ya jin û mêr e. Terorkirina vê sîstemê nayê qebûlkirin. Hikûmet bi tayînkirina qeyûman êrîşî pergala me ya demokratîk a herêmî dike. Ew wekheviyê qebûl nake. Çi dibe bila bibe, bi tayînkirina qeyûman nikarin pergala hevserokatiyê têk bibin. Ev destkeftiyek jin û civakê ye."
Hedefgirtina destkeftiyên jinan
Halîde Turkoglu bi lêv kir ku qeyûm destkeftiyên jinan dike hedef û wiha pê de çû:"Qeyûmên ku bi awayekî eşkere dijminatiya li hemberî jin û Kurdan nîşan didin, dema dest bi wezîfeyê kirin, saziyên jinan û rêveberiyên jinan hedef digirin. Ji derxistina karmendên jin ên ji kar û heta bi tayînkirina mudurên mêr a li şûna jinan, heta avakirina naveroka navendên jinan li gorî îdeolojiya hikûmetê, zihniyeta yekperest e. Ji xizmetên pirzimanî bigire heta mafên karkeran, ji bo ku Kurd xizmetê negirin çi ji destê wan tê dikin. Yên ku îradeya desthilatdariya gelê Kurd desteser kirin, mafê hilberîn û xebatê yê gel jî desteser kirin. Xizanî kûrtir kiriye. Diziyê dikin. Li dijî mafê siyasetê û îradeya hilberîna polîtîkayê şer dikin. Di civakê de dibin sedema tundî û gendeliyên zêde. Lê kesên dibin sedema van gendiliyan wê li hemberî gel hesab bidin."