Em di pêşvebirina pêvajoyê de bi israr in
Sêşem 16 Kanûn 2025 - 03:45

ROZA METÎNA / AMED
Heval Bozdag da zanîn ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje armanca xwe ew li berxwe didin û wiha got:” Îro, berjewendiyên gelê Kurd berjewendiyên Tirkan û gelên din ên Rojhilata Navîn in. Ji ber vê yekê, em di pêşvebirina vê pêvajoyê de bi israr û hesas in.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi geşedanên nû re dewam dike. Her çiqas di 27’ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re vê pêvajoyê dest pê kiribe jî gavên şênber ên ji aliyê dewletê ve ne li gor rihê vê pêvajoyê ye. Binpêkirina mafan û zext dewam dikin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Heval Bozdag têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir. Heval Bozdag wiha got:” Bêguman ez hêvî dikim ku pêvajo bileztir bibe, ji ber ku her kes qebûl dike ku asteke din hatiye derbaskirin. Pêwîst e Birêz Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve werin fêmkirin û yek ji bingehên herî girîng ên vê yekê diyaloga ku bi Birêz Ocalan re were danîn e.
Ji bo pêvajoyê gavên lezgîn divê
Heval Bozdag diyar kir ku divê hemî derdorên siyasî berpirsiyariya xwe di pirsgirêka Kurd de çêtir bibînin û bigirin ser xwe û wiha got:”Bêguman ez hêvî dikim ku pêvajo bileztir bibe, ji ber ku her kes qebûl dike ku asteke din hatiye derbaskirin. Pêwîst e Birêz Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve werin fêmkirin û yek ji bingehên herî girîng ên vê yekê diyaloga ku bi Birêz Ocalan re were danîn e. Ev pêvajo hem rê dide vê yekê û hem jî şert û mercan diafirîne; divê ev were nirxandin. Guhertinek di hin perspektîfan de tenê bi pêşxistina vê diyalogê gengaz dibe. Bê guman, avakirina komîsyonê û serdana giravê jî gavên pir hêja ne. Girîng e meriv bibîne ku şertên Birêz Ocalan sînorên maseya danûstandinê jî diyar dikin û raya giştî hêvî dike ku ev şert û merc werin sivikirin. Her gavek ku tê avêtin encamên avaker dide û gelan nêzîkî hev dike; zêdekirina van bi nîşandana wan wekî mijarên xeyalî ne di berjewendiya kesî de ye û ne jî ti encamên xeyalî dide. Ji ber vê yekê, piştî vê serdanê, pencereya rastiyê hinekî din vebûye û divê hemî derdorên siyasî berpirsiyariya xwe di pirsgirêka Kurd de çêtir bibînin û bigirin ser xwe.”
Helwesteke bi bawerî pêwist e
Heval Bozdag li ser helwesta CHP’ê ya li hemberî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî ev tişt gotin:”Em dibînin di nav CHP’ê de jî avahiyek pirdeng heye, dengên bilind ên hem medyayê û hem jî hin beşên ku dijberiya xwe ya li hember pêvajoyê venaşêrin, nahêlin ku pêvajo civakî bibe û di dawiyê de, ev yek siyaseta CHP’ê bi teşe dike. Ez difikirim ku ger civînên giştî yên li ser civakîkirina pêvajoyê, nîqaşek berfireh a mijarê û eşkerekirina pêdiviyan gengaz bûya, helwestek siyasî ya wêrektir û biryardartir li ser çûna Îmraliyê û çareserkirina pirsgirêkê dikaribû derkeve holê. Helwestek bi bawerîtir li hember pêvajoyê pêwîst e.”
Em di pêşvebirina pêvajoyê de bi israr in
Heval Bozdag da zanîn ji bo pêvajo bigihêje armanca xwe ew li berxwe didin û wiha pê de çû:”Îro, têkoşîna azadiya Kurd û bi tevahî têkoşîna gelê Kurd gihîştiye xalekê ku dikare nasnameyek navneteweyî biafirîne û li Rojhilata Navîn muxatabekî bibîne. Qonaxa ku em gihîştine, hewcedariya bi axaftina vekirîtir, berfirehkirina lêgerîna maf û azadiyan, lêgerîn û têkoşîna demokrasiyê, bi civakîkirina wê û pêwîstiya afirandina şert û mercên ji bo vê yekê eşkere dike. Îro, berjewendiyên gelê Kurd berjewendiyên Tirkan û gelên din ên Rojhilata Navîn in. Her çend gelê Kurd di vî warî de xwedî baweriyek rêxistinkirî be jî, hewcedariya bi civakîkirina vê yekê di nav hemû gelên Tirkiyeyê de heye; ji ber vê yekê, em di pêşvebirina vê pêvajoyê de bi israr û hesas in.”
Divê siyaseta Tirkiyeyê demokratîk bibe
Heval Bozdag bal bir ser girîngiya birêkûpêkirina zagonî û wiha bi dawî kir:”Berî her tiştî, bidawîhatina pevçûnê û biryara fesixkirina PKK’ê hin birêkûpêkirinên qanûnî hewce dike û di vî warî de gavên bilez hewce ne. Divê siyaseta Tirkiyeyê demokratîk bibe û kapasîteya xwe ya siyasî berfireh bike. Ev yek, ji aliyekî ve, bi peydakirina derfetên siyasî yên ji bo endamên rêxistinê û ji aliyê din ve, bi rakirina astengiyên li pêşiya aktorên ku ji hêla qanûnê ve ji siyasetê hatine dûrxistin, dê were bidestxistin. Dû re, divê di zagonên cezayê de jî gavên bilez werin avêtin. Civîna ku komîsyonê piştî vegera ji Îmraliyê li dar xist, nîşan da ku birêkûpêkirinên qanûnî yên hêvîkirî dê werin çêkirin. Sedema herî girîng a ku beşên civakî ji perspektîfa xwe ya siyasî bi fikar nêzî pêvajoyê dibin, neavêtina van gavên hêvîkirî yên bi lez e.”















