Qeyûm pêvajoyeke polîtîk e

În 14 Sibat 2025 - 03:00

ROZA METÎNA / AMED

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan têkildarî tayinkirina qeyûman de diyar kir ku qeyûm ne hiqûqî ye û got:"Qadek hate çêkirin ku tayînkirinan bi qanûnê vebêje. Yekane armanca çêkirina rêziknameya qanûnî ew bû ku gel li Kurdistanê xwe bi rê ve nebe. Divê mijara tayînkirina qeyûman ne ji nîqaşeke yasayî, weke beşek ji pêvajoya polîtîk bê dîtin."

Polîtîkayên tayinkirina qeyûman dewam dikin. Çalakî, bertek û nerazîbûnên li dijî polîtîkayên qeyûman jî dewam dikin. Bi taybet  di van çalakiyan de peyamên  "em xespkirina îradeyê qebûl nakin","qeyûm dizî û talan e" tên dayin. 

Têkildarî mijara tayinkirina qeyûman bi vê re vekirina rêya rantê, polîtîkayên qeyûman ên asîmîlasyon, armanca tayinkirina qeyûman û hedefgirtina pergala serokatiyê Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan nirxandin kir.  

Qeyûm pêvajoyeke polîtîk e

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan da zanîn yek ji sedema tayinkirina qeyûman ew e ku kurd xwe bi rê ve nebin û wiha got:"Qadek hate çêkirin ku tayînkirinan bi qanûnê vebêje. Yekane armanca çêkirina rêziknameya qanûnî ew bû ku gel li Kurdistanê xwe bi rê ve nebe. Mesele di vir de polîtîkbûna darazê ye. Hiqûqa Tirkiyeyê gav bi gav lawaz dibe. Li vî welatî jî bi qanûnê darbe hatin kirin. Derbekaran jî qanûn çêkirin. Ew ne qanûnî û ne jî destûrî bûn. Jixwe ev yek ji mijarên sereke ye. AKP her hefte qanûnên bi piraniya mutleq derdixe, ku muxalefet hema hema yek ji van qanûnan qebûl nake. Ev qanûn bêyî ku muxalefetê li ber çavan bigire ji parlamentoyê derdikeve. Ji ber vê yekê divê mijara tayînkirina qeyûman ne ji nîqaşeke yasayî, weke beşek ji pêvajoya polîtîk bê dîtin."

Xwestin asîmîlasyonê zindî bikin

Dîlan Kunt Ayan bal bir ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên qeyûman û wiha pê de çû:"Kevneşopiya dewletê ya ku xwedî zihniyeta asîmîlasyonê ya 100 salî ye, di gelek waran de şêwaz, cil û berg, ziman û çanda kurdan ji nedîtî ve hat. AKP li Kurdistanê bi desteka qeyûman jî asîmîlasyon pêk anî. Wexta em li çalakiyên AKP'ê yên li bajarên Kurdistanê dinêrin yek ji van çalakiyana festîval û konserên tên lidarxistin e. Di konserên ku li bajaran tên lidarxistin de hunermendên Kurd cih nagirin. Bi taybet jî ev konser li qadên ku di demên berê de pevçûn lê qewimîne, tên dayin ev cih dibin qadên festîvalê. Bi van festîvalana hem çanda civakî hem jî çanda berxwedanê hedef digirin. Şaredariyên me serkeftinên mezin bi dest xistine û hê jî berdewam dikin. Zanîn û çanda kurdan a qedîm zindî hate hiştin, navên wan li kolan û parkan hatin kirin û nirxên gel di bîra civakî de hatin zindîkirin. Lê belê qeyûman ev hemû sazî an kirin qursên Quranê, an jî kirin saziyên malbat-zewacê. Yek ji armanca sereke ya qeyûm ew bû ku di Sedsala 21'ê de asîmîlasyona 100 salî zindî bike."

Şaredariyê qada qezencê dibînin

Dîlan Kunt Ayan di heman demê de bal bir ser polîtîkayên rantê yên bi destên qeyûman û wiha got:"Em hemû jî dizanin ku gelek rêxistinên AKP'ê yên bajêr û navçeyan di tayînkirina qeyûman de bi israr in û solên wan di rêya Enqereyê de dibin. Nelirêtiyên wan ne carekê, ne du caran, bi dehan caran hatin eşkerekirin. Di derbarê wan de lêpirsîneke herî biçûk hatiye vekirin? Na. Mîna ku AKP’ê ji bo talankirina Kurdistanê mafê bêsînor daye xwe. Bi destên xwe gendelî rewa kir. Qeyûmê ku herî dawî li Sêrtê hat tayînkirin yek ji nîşaneya herî mezin a vê yekê bû. Protokola herî mezin a îdarî ya bajarekî walî ye. Berê navdanka xwe amade kiribû û serê sibê hat şaredariyê û poz da. Ew qas bi kelecan in. Çimkî şaredariyê wekî qada qezencê dibînin." 

Hevserokatî gavek bilind bû

Dîlan Kunt Ayan da zanîn pergala hevserokatiyê ji bo jinan û civakê gelekî girîng e û wiha dewam kir:"Bi rastî jî hevserokatî ji bo dîtina jinan gaveke bilind bû. Tevgereke mezin e. Li hemberî têgihiştineke ku jinê di nava malbatê de pênase dike, feraseteke ku jinê weke jiyanê pênase dike, birêxistin dikin. Me tu carî têkoşîna jinê di nava pênaseyên hiqûqî de nîqaş nekiriye, palpişta me ya sereke meşrûiyet bûye. Di rêveberiyeke ku rêveberiyên herêmî ewqas mêrane ne de hevserokatî jî mafekî rewa ye. Li dijî feraseta baviksalarî ya ku şaredariyê weke cihê mêr dibîne, yek ji qadên me yên herî rewa yên têkoşînê ye. Bêtehamuliya AKP’ê li hember têkoşîna jinê ye. Lê ji bo civakê pergala hevserokatiyê rewa ye. Ev êdî ji bo gelê me rewa ye. Em ê dev ji vê têkoşînê bernedin, em ê vê tevgera siyasî berfireh bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.