Qey divê Kurd bibin penguen; But Why?

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 30 Çile 2026 - 01:45

  • Dinya weke her car dîsa xwe ji Kurdan re kerr, kor û lal kir! Ew ketin pey seyên behrê û penguenan…rojeva wan ne Kurd û Rojava lê ev videoyên vîral bûn! Pirseke piçûk; But Why? Qey divê em jî bibin seyê behrê û penguen da ku hûn me bibînin?

ARDÎN DÎREN

Li vê dinyaya ku êdî mirov dikare jê re bibêje “dinyaya dîtbarî” her tişt serobino bûye. Mirov nikare rastî û derewan ji hev veqetîne û di warê enformasyonê de gelemşeyeke zêde heye. Ev yek di dema qeyran û rûdanan de bêhtir xwe dide xuyakirin. Ji xwe Guy Debord jî gava bi rêya dîtbariyê civakê rexne dikir, civaka heyî weke “civaka nimayîşî” dinirxand. Wî di salên 1968’an de bîra vê yekê bir û bi nihêrînên xwe yên balkêş siberoja ku ew ê civak tê de bifetise û bixitime îşaret dikir. Îro roj gava mirov li teknolojiyê û pêşketinên dîtbarî difikire ev “civaka nimayîşî” ku ti exlaq ji xwe û kirinên xwe re nehiştiye, bi enformasyoneke çewt û dîmenên nimayîşî ji hizrînên Guy Debord jî bihurandiye! Ji bilî parvekirinên medyayî -ku gelek caran ti eleqeya xwe bi heqîqetê re nînin- tiştekî ku xwe pê re mijûl bikin nemaye. Nimayîşeke sexte ya ku tenê li xwe difikire û bi pey çîroka xwe ketiye! Wekî din halên dinyayê yên ku li her deverekê bi awayekî cuda xwe nîşan didin nema bala insanan dibin ser xwe. Hebe tinebe nimayîş…an tu wê tevlî vê nimayîşê bibî an jî tu wê kêm, qels û netemambûyî bimînî!

Belê, di vê dinyaya dîtbarî û civaka nimayîşî de mirina Kurdan bi qasî seyên behrê û penguenan ne girîng e. Penguen û seyên behrê dikarin bibin rojeva dinyayê û xelk dikarin bi saetan û rojan van dîmenan parve bikin û li ser biaxivin. Lê komkujiya Kurdan bi qasî seyên behrê û penguenan bala dinyayê nekişand! Kobanî, ku êdî hemû dinya dibêje; “rûmeta mirovahiyê ye” ev serê hefteyekê ye di dorpêçê de ye. Her wiha hemû bajarên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê. Her çend xelk, sazî, komele, çapemenî û siyaseta Kurd hewl dan Kobanî têxin rojeva dinyayê jî mirov dikare bibêje me dinyayê bi xwe nehesand! Rast e, Kurd ji her gavî bêhtir li hev kom bûn, piştgirî dan hev û yekîtiya xwe nîşandan. Maneya “xîret”ê çiye nîşanî xelkê dan. Lê mixabin dinyaya dirû li rûmeta mirovahiyê xwedî derneket û Kurdan bi tenê hiştin. Xwe kerr, kor û lal kirin. Ew ketin pey seyên behrê û penguenan…rojeva wan ne Kurd û Kobanî lê ev video bûn! Pirseke piçûk; But Why? Qey divê em jî bibin seyên behrê û penguen da ku “nirx”eke me çêbibe hûn komkujiya li ser me parve bikin û bidin nîşandan?

Xemsarî û dirûtiya Ewrûpa naguhere!

Piştî dîmenên penguena bi tenê -ku ji keriya xwe vediqete û berê xwe dide çiyayekî- li ser medyaya civakî belav bû, ji nişkê ve filmekî Kurd hate bîra min. Ev film bi mijar û nihêrîna xwe ya Kurdistanî rewşa îro rave dike. Film di sala 1991’an de ji hêla Îbrahîm Selman ve hatiye çêkirin û weke yekem filmê Kurdî tê hesibandin. Kêm kes hay ji vî filmî hene. Film bala xelkê dibe ser Enfal û Helebceyê. Wî zemanî jî mirina Kurdan bi qasî seyên behrê bala televizyon û rojnameyên Ewrûpayê balê nebiriye ser xwe! Yanî ji wan salan heya îro Kurd her mane bi tenê û niha jî ji xeynî xîret û yekîtiya wan ti tiştekî wan nîne. Û hemû Kurd ji bilî ku bi hin kesên din baweriya xwe bînin tenê bi hêza xwe bawer in. Di van rojên dawî de ev yek zelaltir bû. Bi vê minasebetê min xwest filmekî Kurd yê kevn bibîrbînim û bidim zanîn ku ji bo Ewrûpiyan tiştek neguheriye û li dinyayê çi diqewime ne xema wan e. Zemanekî min bi Îbrahîm Selman re li ser film hevdîtinekê çêkiribû. Dîtin û nihêrînên wî yên li ser film, nihêrîna Ewrûpiyan û her wiha rewşa Kurdan li jêr in.

Mirovekî çiyayî çima dixwaze bibe seyê behrê?

Îbrahîm Selman dide zanîn ku wî ti carî perwerdeya sînemayê negirtiye û ji bo sînemayê van sê tiştan girîng dibîne; “Beriya her tiştî divê çîrokek hebe, tevî çîrokê bîrbirin û hêza xeyalkirinê û herî dawî jî mirov karibe bi wêrekî van xeyalên xwe di nav karên xwe de bi cih bikî.” Wêrekiya Îbrahîm Selman di filmên wî de diyar in. Ji lewma ew di sala 1991’an de filmê yekem ê bi Kurdî çêdike. Navê vî filmê wî jî balkêş e û xwedî serpêhatiyeke ciyawaz e. Her wiha ev film filmekî surrealîst e û bi şêwaza xwe jî bala xelkê dibe ser xwe. Navê film ev e; “3 Faces of a Mountain Man Who Loves to Be a Seal” (Sê Şêwazên Mirovekî Çiyayî Ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê) Îbrahîm Selman senaryoya vî filmî di sala 1988’an de dinivîse lê di sala 1991’an de derfet dibîne ku bike film. Îbrahîm Selman wiha behsa serpêhatiya vî filmî dike; “Piştî Helebceyê dinya hemû xwe kerr kiribû. Hem dewlet hevalê Sedam Huseyîn bûn û kes nedixwest behsa kîmyabarana li Helebece bike. Ji bo behsa Kurdan nekin çi ji destê wan dihat dikirin. Wî wextî jî di navbera Çîn û Japonyayê de pirsgirêka seyên behrê hebû. Vêca her roj li ser televizyonên Hollandî behsa vê gengeşeyê dihat kirin. Ez bi vî tiştî gelek hêrs dibûm. Ji lewma min ev nav li filmê xwe kir da ku xelk behsa vî mirovî jî bikin. Ji bo ku behsê bikin diviyabû ew bibe seyê behrê!” Îbrahîm Selman di vî filmî de tenê ne derhêner e, her wiha lîstikvaniyê jî dike û lîstikvaniyeke serketî derdixe holê.

Sê karekterên Kurd û Kurdistan

Filmê “Sê Şêwazên Mirovekî Çiyayî Ku Dixwaze Bibe Seyê Behrê” bi rêya sê karekteran rewşa Kurd û Kurdistanê şirove dike. Karakterê yekem li Kurdistanê ye. Yanî heger tu weke Kurdekî li Kurdistanê bimînî çi bi serê te tê vedibêje ev karakter.

Karakterê duyem jî penaber e, yanî kesekî ku Kurdistan terikandiye ye. Heger Kurdek li dîasporayê bimîne wê bibe helbestvanek û her tim dilê xwe bi xwe bişewitîne. Û ew ê ti carî negihîje armanca xwe, bi daxwaz û xweziyan ewê emrê xwe pûç bike li xerîbiyê. Karakterê sêyem jî tim dixwaze xwe bigihîne sazî û dezgehên nevneteweyî da ku behsa bobelatên bi serê Kurdan ve hatine bike. Lê her sê karakter jî nagihîjin armanca xwe û ti kes ji bo wan tiştekî nake. Yanî Kurd bi tena serê xwe ne û kes

dengê nale nala wan nabihîse! Îbrahîm Selman dide zanîn ku ev rewş bi şewazeke surreal dikare baştir were ravekirin. Ji lewma jî wî xwestiye peyamên xwe bi rêya şêwazeke surreal bigihîne temaşevan. Wî ev film tevî çêkerên Hollandî çêkiriye û film di televizyonên Hollandî de hatiye nîşandan. Her wiha film di sala 2002’an de li “Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê” jî hatiye nîşandan.

Lê hûn behsa çi dikin ji min re?

Piştî nîşandana film hin kesên Ewrûpî ji bo film nirxandineke bi vî rengî kirine; “Kurd bela xwe ji Helebce venakin û piştî ewqas sal buhirîn jî her tim hûn behsa Helebce dikin.” Li ser vê nirxandinê Îbrahîm Selman jî wiha dibêje; “Lê hûn behsa çi dikin? Beriya du hezar

salan Mesîh/Îsa mirî lê heta roja îro jî hunermendên Ewrûpî her behsa Îsa dikin û çar mîxan xêz dikin. Her wiha filman çêdikin li ser û pirtûkan dinivisînin. Çima heqê wan heye behsa vê yekê bikin lê heqê me Kurdan tine be em behsa karestanên hatine serê me bikin?” Piştî vê bersivê kesên ev nirxandin kirin bêdeng bûn û dengê xwe nekirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.