Qewêtiya wî yekîtiya neteweyî bû

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 6 Çile 2024 - 00:53

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Pêşmergeyê dêrîn ê xazî û endamê KNK’ê Firyad Hiranî ku li Elmanyaya wefat kir, ev qewêtî kir: “Çi dibe bila bibe, bi yekîtiya neteweyî têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê fikrê heta ku yekîtiya neteweyî pêk were, bi dil û can têbikoşin.’’

Pêşmergeyê dêrîn ê xazî, û endamê KNK’ê Firyad Hiranî li Elmanyayê wefat kir. Piştî ku merasîma cenaze li Berlînê hate kirin, cenaze şandin Hewlêrê. Endamê KNK’ê Firyad Hiranî (Firyad Hesen Ehmed) ev demek bû ku li nexweşxaneya Oldenbûrgê ya Elmanyayê derman dibû. Malbat û Kurdistanî ji bo ku cenazeyê Hiranî bi rê bikin, doh li Berlînê hatin cem hev. Piştî pêdiviyên dînî hatin bicihanîn, Berdevka Karê Derve ya KNK´ê Nîlûfer Koç axivî û sersaxî da malbatê.

 

Heta Bakur azad nebe Başûr jî azad nabe

Koç got, li Hewlêrê 6 salan bi Hiranî re xebitiye û wiha peyivî: “Hiranî niştimanperwerekî bi qedr û qîmet bû. Gelek caran gef lê hate xwarin, lê dîsa jî ji têkoşînê nehate xwarê. Digot,´Kengî Bakurê Kurdistanê azad bû, wê çaxê Başûrê Kurdistanê wê azad bibe’. Çaxê ku Şoreşa Rojava dest pê kir, beriya her kesî berê xwe da Kobanê, Efrînê.”

 

Li her warî têkoşiyaye

Endamê KNK’ê Mecîd Haso jî bi bîr xist ku Hiranî ji 18 saliya xwe ve ji bo welatekî azad têkoşiyaye û got, “Ji Kerkûkê heta bi Şengalê, ji Efrînê heta bi Kobanê li her qadê li ber xwe daye û têkoşiyeye. Li dijî êrişên barbariyê yên li dijî Kurdistanê, hevalê ku pêşî çûyî herêmê, heval Firyad bû. ‘’

 

Qewêtiya wî yekîtiya neteweyî bû

Birayê Firyad Hiranî, Ferheng Hiranî jî got, Firyad tevahiya jiyana xwe ji têkoşînê neqeriyaye, ji warê leşkerî heta bi dîplomasiyê, li her warî têkoşiyaye. Ferheng Hiranî li ser qewêtiya birayê jî got, “Dema ku derman dibû, qewêtiya xwe got: Çi dibe bila bibe bi yekîtiya neteweyî têkoşîna xwe bidomînin. Bi vê fikrê heta ku yekîtiya neteweyî pêk were, bi dil û can têbikoşin.”

Cenazeyê Hiranî 6’ê Çile, roja şemiyê (îro) saet 10.00’an li mala xwe ya Hewlêrê wê were pêşwazîkirin.

 

Hiranî kedkar û niştimanperwer bû

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derheqê wefata pêşmergeyê xazî û endamê KNK’ê Firyad Hiranî de daxuyanî da.
KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di her serdema jiyana xwe de hevrêyê wan Hiranî mirovekî giramgir û pêbawer bûye. KCK’ê got, “Kak Firyad Hiranî mirovekî kedkar, azadîxwaz û niştimanperwer e. Hê çaxê zarok, tevlî Partiya Şoreşê ya Kurdistanê dibe. Piştre jî têkoşîna xwe li nav Partiya Komunîst a Kurdistanê didomîne. Di raperînên Başûrê Kurdistanê de, xasma jî di azadkirina Hewlêrê û Kerkûkê de bi risteke çalak rabû. Herî dawî têkoşîna xwe ya siyasî û civakî li nav KNK’ê dida. Bi kesayata xwe ya neteweyî û niştimanperwerî ji bo geşkirina yekîtiya neteweyî têkoşiya. Em sersaxiyê didin gelê Kurd, hevrêyên wî, endamên KNK’ê û xasma jî malbatê.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.