Rojava sembola berxwedanê ye

Çarşem 4 Sibat 2026 - 03:37

Pêşmergeyên Dêrîn yên Koye piştgiriya xwe ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê re anîn ziman û gotin: “Rojavayê Kurdistanê li hemû cîhanê bûye sembola berxwedan, yekbûna gelê Kurd.” Parêzer Jîno Mihemed jî da diyarkirin ku yekitiya navxwe ya Kurdan dikare hemû êrişên dijmin têk bibe.

Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re berfireh dibe. Her kes dibêje ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd divê yekitiya gelê Kurd pê kwere. Di derbarê mijarê de pêşmergeyên Dêrîn û parêzerên navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê axivîn.

Pêşmergeyê Dêrîn Lîwa Behram Refîq di despêkê de piştgiriya xwe ji Rojava re anî ziman û got: “Em dixwazin gelê Kurd bi vî rengî yekgirtî û yekrêz be. Ji ber ku tenê Kurd dikarin piştgiriya hev bikin. Ji ber ku ti welatek din bi rastî  li gel Kurdan nîne. Her tim xiyanetê li me dikin.”

Pêşmergeyê Dêrîn Xalid Mela jî di destpêkê de diyar kir ku ew ji ber yekgirtina gelê Kurd spasiya her kesî dike û got: “Rojava li hemû cîhanê bûye sembola berxwedan û yekbûna gelê Kurd. Hêvîdar im ev yekgirtin hertim berdewam be. Pêwîst e em destpêkê berjewendiyên hizbî û kesî bidin aliyekî û kar ji bo berjewendiyên gelê Kurd bikin.”

Parêzer û Endama berê ya Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Jîno Mihemed jî li ser heman mijarê got: “Tişta ku bi serê Rojava hatî karesatek nexweş e. Gelê Kurd ketiye ber êrişa hêzên barbar ên Sûriyeyê. Lê gelê Kurd jî bûye yek û sinor derbas kirine.”

Jîno Mihemed da zanîn ku ger hemû cîhan jî li pişta Kurdan be wê ne wek yekitiya navxweyî ya Kurdan baş be û got: “Em tenê bi yekitiyê dikarin hemû planên dijmin têk bibin.”

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.