Xwedîderketina li Rojava erkek e

Şemî 24 Çile 2026 - 03:42

Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê bal kişandin ser êrişên hovane yên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriye û Dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava û gotin: “Bi hewara xelkê Rojava çûyîn erkek netewî û welat e. Em bang li ciwanên Kurd dikin bi ruhekî xurt piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.”

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriye û Dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojavayê Kurdistanê gelê Başûrê Kurdistanê li ser lingan e. Di vê çarçoveyê de Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê axivîn.

Endama Bilind ê Pêşmergeyên Dêrîn a Kurdistanê Mehabad Heme Emîn bal kişand ser berxwedana li Rojavayê Kurdistanê û got: “Weke jineke pêşmerge ya dêrîn piştevaniya xwe ya ji bo Rojava destnîşan dikim. Piştgiriya kar û xebatên her çar parçeyan dikim.”

Mehabad Heme Emîn bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku bi hemû hêza xwe bi hewara gelê Rojavayê Kurdistanê ve biçin û piştgiriya têkoşînê bikin.

Endamê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Cebar Yawer destnîşan kir ku leşkerên artêşa Sûriyeyê ew hemû komên tundraw in, bawerî bi demokrasî û bi hev re jiyînê nînin û got: “Ji bo wê dixwazin hikûmeta navendî li ser wan ferz dikin.”

Herî dawî Cebar Yawer daxwaz ji Hikûmeta Iraq û Herêmê kir û got: “Deriyên Sînorî ji bo Rojavayê Kurdistanê vekin. Ev artêş heman kiryarên DAIŞ’ê dikin. Bi hewara Rojava ve çûyîn erkekî netewî û welat e.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.