Qetilkirina jinan şermezar kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 00:30

Hunermendên jin der barê qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl de daxuyanî dan û diyar kirin ku wê jin li gel hev cih bigirin û çalakiyan pêk bînin. 

Şanoger, nivîskar, muzîsyen, rewşenbîrên jin  der barê qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşegul Halîl û her wiha zêdebûna qetilkirina jinan de li ber Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê hatin gel hev û daxuyanî dan. Endama Înîsiyatîfa Ji bo Hunerê Azadî Sevînç Koçak axivî.

Koçak da zanîn ku qetilkirinên jinan polîtîk in û got: “Gumanbar hêza xwe ji desthilatdariyê digirin. Gotinên desthilatdariyê destê gumanbaran xurt dike. lê em jin bi hev re xurtin û em ê ligel hev cih bigirin û têbikoşin. Em ê her tim di çalakiyan de bin û li kolanan bin. Bijî piştevaniya jinan.”

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.