Qesîdeya Babîlî û bedewiya Çemê Firatê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 00:24

  • Qesîdeyek Babîlî ya ku bi hezaran sal berê winda bûbû, ji nû ve hate dîtin. Ev nivîs, ku bedewiyên Çemê Firatê û jiyana gelê Babîlê vedibêje, ronahî dide ser kûrahiya wêjeya kevnar. 

Ji Zanîngeha Ludwig Maximilian a Munchenê Enrique Jiménez bi hevkariya Zanîngeha Bexdayê nivîsek ku bi hezaran salan winda bûbû, ji nû ve keşf kir. Gotarek li ser vê keşfê di kovara akademîk ya bi navê Iraq de hate weşandin.

Enrique Jiménez li ser vê nivîsê dibêje: “Ew qesîdeyek balkêş a ku Babîlê bi hemû hişmeta wê nîşan dide û agahiyan li ser jiyana niştecihên wê yên hem mêr û hem jî jinê dide.” 

Di beşên wenda yên qesîdeyê de ku Babîlê bi hemû bêhempatiya wê ve pesnê wê dide de dibêje; ‘Firat çemê wê ye, ew çîmenan av dide û qamîşan têr dike’.

Babîl; metropolek çandî 

Babîl di derdora B.Z. 2000’an de li Mezopotamyayê hatiye damezrandin. Babîl ya ku demekê bajarê herî mezin ê cîhanê bû, metropolek çandî ku berhemên ku îro beşek ji mîrateya me ya wêjeyî ya cîhanî ne, lê hatine nivîsandin bû.

Nivîsên Babîliyan bi şêweya nivîsa mîxî li ser tabletên ji heriyê hatine nivîsandin, lê ev tablet tenê perçe perçe heta roja îro hatine. Yek ji armancên hevkariya bi Zanîngeha Bexdayê re ewe ku bi sedan tabletên bi nivîsên mîxî yên ji Pirtûkxaneya navdar a Sipparê hatîn deşîfre bikin û wan ji bo nifşên pêşerojê biparêzin. Li gorî efsaneyê, Nûh berî ku li keştiyê siwar bibe, ev tablet ji bo ji avên lehiyê bê parastin li vir veşartiye.

Dilnizmiya gelê Babîlê vedibêje

Nivîskarên gotara nû tekez dikin ku ev qesîde bi hûrgiliyên bêhempa hêza şîfayê ya Marduk, hişmeta (semyan, îhtîşam) Babîlê, bihara ku Çemê Firatê aniye bajêr û dilnizmiya gelê Babîlê vedibêje. Ev nivîs ku di 20 tabletên dîroka wan di navbera sedsala B.Z. 7‘an heta sedsala B.Z. 2-1‘an de hatine dîtin, di bernameya dibistanê ya wê serdemê de jî cih girtiye. Ev qesîde ku bi jêhatîyeke wêjeyî ya bilind hatiye nivîsandin, dilsoziya nivîskar ji bo bajar, xwedayan û gelê xwe nemir kiriye û heta serdemên dawîn ên çanda mîxî deng vedaye.

Parçeyên winda bi tevahî hatin dîtin û şirovekirin

Enrique Jiménez di projeya xwe ya bi navê Platforma Pirtûkxaneya Babîl a Elektronîkî (Electronîc Babylonian Library Platform) de hemû perçeyên nivîsa mîxî yên ku heta niha li çaraliyê cîhanê hatine keşifkirin dîjîtalîze dike û wan bi karanîna mejiyê çêkirî (Al) tîne berhev û lihevtîne.

Profesorê Wêjeya Rojhilata Nêzîk a Kevnar yê li Enstîtuya Asûrolojiyê ya LMU Jiménez dibêje: “Bi saya platforma me ya bi hêza AI, me karî 30 destnivîsên din ên qesîdeya keşifkirî nas bikin. Ev pêvajoyek ku di demên berê de wê bi dehan salan bidomiya bû.“ Bi saya van metnên zêde, qesîdeya pesindanê ya li ser tableta kîlê ya ku perçeyên wê wenda bûn bi tevahî hate şîrovekirin.

Behsa bereketa Çemê Firatê dike

Hebûna hejmarek ewqas zêde ya ji nusxeyan nîşan dide ku nivîs di dema xwe de pir belav bûye. Jiménez dibêje: “Zarokên dibistanê qesîdeyê kopî dikirin. Ev balkêşe ku nivîsek ku di wê demê de ewqas bi navûdeng bû heta niha nayê zanîn.“ Qesîde gengaze ku di destpêka hezarsala yekem a B.Z. de hatibe nivîsandin û ji 250 rêzan pêk tê.

Enrique Jiménez got: “Ev nivîs ji aliyê Babîlîyekî ku dixwest bajarê xwe bilind bike ve hatiye nivîsandin. Ji bilî avahiyên bajêr, nivîskar her wiha baldikişîne li ser vê yekê ku çawa Çemê Firatê bihar aniye û zevî kesk kirine. Ev yek pir balkêşe ji ber ku wêjeya Mezopotamyayê ya heta roja meya îro hatî, bi giştî ravekirinên bûyerên xwezayî pir kêm digire nava xwe. Agahiyên ku li ser jinên Babîlî, rolên wan ên kahîntiyê û erkên wan ên têkildar hatine dayîn jî pisporan matmayî kirin, ji ber ku heta niha tu nivîsên din ên ku van mijaran rave dikin nehatine zanîn. Qesîde her wiha li ser jiyana hevbeş a di civaka bajar de agahiyan dide. Wek mînak; di qesîdeyê de tê diyarkirin ku niştecih bi rêzdarî bi biyaniyan re tevdigerin.”

Kavilên bajarê kevnar ê Babîlê bi qasî 85 kîlometreyan li başûrê paytexta Iraqê Bexdayê ne. Ev herêm di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de cih digire.

Parçeyek ji qesîdeya nû hatî keşifkirin

Di qesîdeyê de, Çemê Firat ku wê demê Babîl li ser qeraxên wî bû, wiha tê şirovekirin;

Firat çemê wî ye 

Ji hêla xwedayê jîr Nudimmud ve hatiye afirandin

Ew, zozanan av dide, qamîşan xwedî dike,

Ava xwe dirijîne gol û deryayê,

Di zeviyên wê de giya û kulîlk şîn dibin,

Li çîmenên wê, ceh bi kulîlkên geş zîl dide,

Gulgenimên hatîn çinîn û komkirin, bi ser hev tên danîn,

Kerî û pez li çêregehên kesk radizin,

Dewlemendî û îhtîşam 

Tiştên ku layiqê mirovahiyêne

Ew tê bexşandin, zêde kirin û bi awayekî ku layiqî padîşahekî ye pêşkêş kirin.

Çavkanî; ARKEOFILI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.