Lêkolînên nû nîşan didin ku xwecihên Emerîkî yên destpêkê, li Alaskaya îro beriya bi 13 hezar salan di avên çem û golan de dest bi girtina masiyan kirine. 

Tîmeke lêkolerên Zanîngeha Alaska Fairbanksê xwe gihand wan delîlan ku xwecihên li naverasta Alaskayê, beriya bi 13 hezar salan dest bi girtina masiyan kirine di avên çeman û golan de. Gelek ji xwecihên Alaskayê, îro jî debara xwe bi masîgiriya di avên çem û golan de dikin. Li gorî lêkoleran ji ber dema dirêj a veguherîna avhewayê kiriye ku hingê xwecihên Emerîkayê dest bi girtina masiyên di avên teze yên çem û golan de bikin. Wan nexasim jî masiyê ku weke "burbot" tê binavkirin girtiye. Lêkolîn di kovara Science Advances hat weşandin û esas surprîzek bû, lewma vê nîşan dida ku dûrî deryayan û heywanên mezin ên weke mamûtan, ekolojiyeke nû ya insanî bi pêş xistine. Li şeş deverên şên ên ji wî zemanî, 4 cinsên masiyan ên sereke hatin tesbîtkirin, ji bilî burbot, masîxatûnk, masîspî û "Esox lucius". Ev masî di navbera beriya 13 hezar sal û 11 hezar û 800 salan de hatine girtin. Yanî ev yek delîla masîgirya di avên çem û golan de ye di dawiya serdema dawî ya qeşayê de.

NAVENDA NÛÇEYAN