Qêrîna ji davekirinê re na

Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:00

Di civakan de piştî pêkhatin û xurtbûna hiyerarşiyê, komkujî û darvekirin weke awayek cezakirinê ji bo jiholêrakirina kesên din an jî afirandina îtaetê dest pê kir.

Benê darvekirinê sembola tundiya herî berbiçav e ku ji hêla despotîzmê ve tê bikaranîn da ku îtaetê neçar bike, bitirsîne û wêran bike lê tevî vê yekê jî berxwedana sivîl nehatiye astengkirin. Benê ku bi awayê şidandî bi qirika mirovan ve hatiye girêdan, weke awayê herî dijwar ê tundiyê tê hesibandin. Di civakan de piştî pêkhatin û xurtbûna hiyerarşiyê, komkujî û darvekirin weke awayeke cezakirinê ji bo jiholêrakirina kesên din an jî afirandina îtaetê dest pê kir û ev mîrate di dawiyê de gihîşt rejîmên totalîter û îdeolojîk. Van rejîman weke ‘amûreke mirinê’ dest bi pêkanîna cezayê darvekirinê kirin. Îro ji li welatên mîna Îranê ev rêbaz didome, bi dehan sal in mirovên wêrek darve dike. Bi taybetî jî jinan hedef digrin. Ev amûrê zextê çima tê karanîn û rejîm vê çawa bi kar tîne? Divê nivîsê de, em ê li ser analîzên derûnî û mînakên derdorê yên darvekirinê bisekinin. Cezayên li Pexşan, Werîşe û Şerîfe hat birîn têkoşîna jinên Îranî hedef digire.

Qêrîna ji davekirinê re na

Niha li girtîgehên Îranê gelek kes di bin gefa darvekirinê de ne, çalakiyên protestoyî yên civakê û bêdengnemayîna wan, deriyek ji bo jiyana azad e. Civaka Rojhilat a li Îranê di van çalakiyên protestoyî de pêşeng in. Berî û piştî darvekirinên siyasî, wan bi zanebûn berteka xwe bi bikaranîna hemî rêbazên têkoşîna sivîl ên weke medyayê, propagandaya li ser asta civakê, girtina dikanan û civînên girseyî nîşan dan. Di hinek rewşan de gel, ket nava hewldanên ku kesên ji bo cezayên kuştinê cezayê darvekirinê li wan hatine birîn werin efûkirin. Ev jî ji bo pêşîgirtina leza çerxa tundiyê girîng e. Balkêş e ku rejîma Îranê hewl da li Bokanê kampanyaya bexşînê ya ji bo girtiyekî ku ji ber kuştina di serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn asteng bike da ku hevgirtina gel bişkîne û baweriya giştî têk bibe. Nerazîbûnên berdewam ên weke kampanyaya "Roja Sêşemê na ji darvekirinê re" ku di hundirê girtîgehan û li derve tên lidarxistin, gavek û şêweyek girîng a berxwedanê ye li dijî sîstema ku dixwaze di binhişê gel de dîktatoriyek mutleq ava bike.

NÛJINHA/MAHABAD/VIYAN MAHRPERWER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.