PJAK ji her senaryoyê re amade ye

În 8 Tebax 2025 - 03:50

Endamê Konseya Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) diyar kir ku PJAK niha di asta herî xurt de ye û ji her senaryoyê re amade ye. Fûad Bêrîtan baweriya bi têkoşîna PJAK’ê û piştgiriya gel anî ziman û diyar kir ku ew ji bo her rewşê re amade ne. Fûad Bêrîtan derbarê şerê 12 rojan a li Îranê ev nirxandin kir:’’Komara Îslamî şerê 12 rojan a ku bi Îsraîlê re jiya di her warî de hilweşînek kûr dijî. Ev hilweşîn ne tenê bi aliyên leşkerî yan ewlehiyê ve sînordar e; ev hilweşînek paradîgmatîk û îdeolojîk e. Versiyona heyî ya Komara Îslamî bi her awayî fonksiyona xwe winda kiriye û modelek nû li şûna wê bi cih nekiriye. Şer hêza bazariyê ya Komara Îslamî lawaz kir. Parastina wê ya hewayî bi giranî zirar dîtiye, “Hîlala Şîe” bûye xeyalek û bernameya wê ya nukleerî derbek giran xwar. Krîzên aborî, karesatên jîngehê û kûrahiya mezin a di navbera gel û hikûmetê de bêhêziya rejîmê nîşan didin. Komara Îslamî ya ku têkçûnê li ser hev dijî, ew îdiaya xwe ya hegemonyaya herêmî winda kiriye û bi encamên totalîteriya xwe re rû bi rû maye.

Ev rewş ji her demê bêtir gefê li hebûna rejîmê dixwe. Êdî dirûşma “Ne şer, muzakere” ya Komara Îslamî ne domdar e.

Em wekî PJAK’ê vê krîzê ji bo gelê Îranê wekî derfetekê dibînin. Heta ku rejîm radestî îradeya gel nebe, azadî û demokrasiyê qebûl neke, nikare xwe ji vê krîzê rizgar bike. Berovajî vê, ger ku rejîm polîtîkayên paşguhkirina dengê gel û zextên sîstemîk bidomîne wê bêhtir hilweşe. Gel bi temamî baweriya xwe ji rejîmê winda kiriye. Rejîm tenê li ser domandina jiyana xwe difikire; li şûna çareserkirina krîzan an bersivdayîna daxwazên gel, ew zextê zêde dike. Ji Kurdistanê bigire heta Belûçistanê, ji Azerbaycanê bigire heta Şîrazê, gel li dijî zext û zilma rejîmê bîra kolektîf ava kiriye. Ji Tevgera Kesk bigire heta şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hemû tevgerên gel nîşan didin ku rejîmê li şûna diyalogê polîtîkaya tundîtûjî hilbijartiye.

PJAK di qonaxa herî xurt de ye

Fûad Bêrîtan derbarê helwesta PJAK’ê ya vê pêvajoyê de ev nirxandin kir:’’PJAK îro ji aliyê siyasî, rêxistinî û parastinê ve di qonaxa xwe ya herî xurt de ye. PJAK bi biryare ku bi gelê Kurdistanê û hêzên rizgarîxwaz ên Îranê re di nava koodînasyonê de tevbigere. Lê belavbûna muxalefetê fikaran çêdike. Gelek komên muxalefetê ji civakê qut bûne û nikarin çareseriyên rastîn pêşkêş bikin. Hin ji wan di xizmeta rejîmê de ne yan jî bi gotinên otorîter tevdigerin, ji ber vê baweriya xwe winda kirine. Bi taybetî, kampa qraliyetê vîzyonek nedemokratîk û zordar pêşkêş dike. Ger ev kom dijminatiyê li hember gelê Kurd û tevgerên rizgarîxwaz nîşan bidin, ew ê ji PJAK û gel bersiveke tund bibînin. Wekî PJAK’ê, em li ser bingeha azadî, demokrasî û wekheviyê  ji diyalogê re vekirî ne. Lê em li hember gefên li ser gelê Kurdistanê û civakên din ên li Îranê bêdeng namînin. Em ê bi hêz û îradeya xwe mafên gel biparêzin. Kurdistan wê di pêşeroja Îranê de faktorek diyarker be. PJAK wekî rêya sêyemîn, li dijî projeyên totalîter û dûrxistinê, ji çareseriyên alternatîf, rastîn û pratîkî re amade ye. Ez dixwazim li ser windakirina trajîk a sê ciwanên Kurd ku ji bo parastina jîngehê li Sanandajê jiyana xwe ji dest dan bikim. Wekî PJAK’ê em ê li dijî wêrankirina jîngehê têkoşîna xwe bidomînin. PJAK di kêliyên dîrokî yên krîzê de bi gel re tevgeriya û wê vê yekê berdewam bike. Em ê di paşeroja Kurdistan û Îranê de bibin hêzek ku ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê têdikoşe. Ger rejîm bersiva daxwazên gel nede, demên dijwartir li pêşiya wê ne. Lê PJAK ji pêşerojek ku bi îradeya gel teşe girtiye re amade ye.

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.