Kuştina rojnamegeran bêdengkirin e

Duşem 8 Îlon 2025 - 16:20

  • Rojnamevan Bedran Mihêdîn bal kişand ser êrişên li ser Rojnamevan Hêmin Mamend û got: “Desthilat wisa dixwaze bi van hewldanan dengê azadî û rengê cuda bêdeng bike.”

Hewldanên bêdengkirina dengê azadî û rastiyan êdî têk çûye. Roja 2’yê Îlonê li Taxa Eqarî ya Silêmaniyê hewla qetilkirina Rojnamevan û Çalakvan Hêmin Mamend hate dayîn. Têkildarî vê Rojnamevanê li Hewlêrê Bedran Mihêdîn axivî.

Rojnamevan Bedran Mihêdîn ewilê pirsa gelo çima rojnevan tên qetilkirin pirsî û got: “Li ku derê sîstemeke zelal heye, teqez li wir jiyana rojnamevanan baştir e. Em binêrin li ku derê rojanamevan tên qetilkirin, teqez li wir dizî, gendelî, ne edaletî û sîstemeke siyasî ya nerêkupêk heye.”

Rojnamevan Bedran Mihêdîn destnîşan kir ku bi êrişa li ser Rojnamevan Hêmin Mamed ev desthilat diyar dike ku wê li ser kiryarên xwe yên berê dewam bike û wiha pê de çû: “Çend rojên borî hevalê me Hêmin Mamend yê ji bajarê wî hate derxistin û hewl hate dayîn ku bê qetilkirin. Desthilat wisa dixwaze bi van hewldanan dengê azadî û rengê cuda bêdeng bike, tenê wê temenê xwe dirêj bike.” HEWLÊR-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.