Sembola welatparêziya: Bêrîtan
Duşem 8 Îlon 2025 - 16:45

- Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat endama PAJK’ê Bêrîtan Amed bi bîr anî ku 27’ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bû û got, “Hem gerîlatî hem jî fermandarî kiribû.Hem êrîşên dijmin, hem şert û mercên xwezayê hem jî rastiya şer di nava pêvajoyeke zehmet de hîn bûbû.”
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat têkildarî endama PAJK’ê Bêrîtan Amed (Semra Dûva) axivî ku 27’ê Tebaxa 2025’an ji ber nexweşiyê şehîd bû.
Evîndar Ararat anî ziman ku wê beriya bi salan şehîd Bêrîtan nas dikir û diyar kir ku di nava 33 salan de li gelek qadên Kurdistanê wezîfeyên şoreşgerî bi cih anî. Evîndar Ararat ragihand ku şehîd Bêrîtan Amed ji bo wan pêşeng û mînakeke mezin bû û got, “Têkildarî şexis, şoreşgerî, hevrêtî û welatparêziya hevala Bêrîtan gelek tişt hene ku dikare bê gotin. Min beriya bi salan hevala Bêrîtan nas kir, hîn gelekî ciwan bû. Ji Bakur tevlî nava refên gerîla bûbû. Hem gerîlatî hem jî fermandarî kiribû. Di nava şer de mezin bûbû. Ji xwe di temenekî gelekî ciwan de tevlî nava partiyê bûbû. Li qadeke zehmet a weke Bakur dest bi gerîlatiyê kiribû. Hem êrîşên dijmin, hem şert û mercên xwezayê hem jî rastiya şer di nava pêvajoyeke zehmet de hîn bûbû. Di nava partiyê de mezin bûbû, di demeke welê de tevlî bûbû ku artêşa jinê nû ava bûbû, partiya jinê ava bûbû, şerê gerîla di demeke zehmet de dihate meşandin. Di nava serdemeke bi vî rengî de tecrûbeyên mezin bi dest xist. Di temenekî biçûk de partî, hevrêtiya Apoyî, şerê gerîl nas kir, lê belê zû pê re aheng bû, bi pêş ket. Taybetmendiyên hevala Bêrîtan ên herî zêde bal dikişand ew bû ku rû bi ken bû, bi coşa jiyanê bû, hezkirina wê ya hevrêtiyê bû. Ji roja ku tevlî nava partiyê bû heta bi roja dawî bi coş bû. Di nava jiyana gerîla de hevala Bêrîtan weke mamosteyekê tevgeriya. Li gorî navê xwe têkoşiya, navê hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe kiribû û li ser xeta wê têkoşiya."
Evîndar Ararat diyar kir ku şehîd Bêrîtan Amed dema tevlî nava tevgerê bû îdeolojî, PKK, Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêbertî baş nas nedikir û got, “Hevala Bêrîtan ji ber ku di temenekî gelekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû, bi giranî li ser bingeha nirxên Kurdîtî û welatparêziyê tevlî bûbû. Lê belê çawa ku di nava tevgerê de bû xwedî tecrûbeya şer, ji aliyê îdeolojîk ve jî xwe kûr kir û li ser felsefeya Rêber Apo, li ser xeta azadiya jinê xwe kûr kir. Her wiha di rêbaza gerîlatiyê de bû xwedî tecrûbeyên mezin. Şervaneke gelekî wêrek bû, gelek hevrêyên li gel xwe kir şervanên xurt. Bi dehan, bi sedan hevalên tevlî nava artêşa jinê bûn ji hevala Bêrîtan hînî şerkirinê bûn. Her wiha li ser bingeha artêşbûnê hevala Bêrîtan kedeke mezin da. Bêguman ne tenê li qada şer, li nava gel jî kedeke mezin da. Li çar parçeyên Kurdistanê weke gerîla têkoşiya, her wiha tevlî nava rêxistiniya gel bû. Şerê gerîla bi gel da naskirin, şoreşa jinê, artêşbûna jinê, partîbûna jinê, rastiya şehîdan û Rêbertî hînî gel kir. Ya rast hevala Bêrîtan sembola xeta welatparêziya Kurdistanê bû."
Evîndar Ararat destnîşan kir ku hezkirina şehîd Bêrîtan a ji bo çiyayên Kurdistanê gelekî cuda bû û di dawiya axaftina xwe de got, “Hevala Bêrîtan ji ber ku li çiyê mezin bûbû, eşqa wê ya ji bo çiyê gelekî mezin bû. Du, sê saet beriya şehîd bikeve di wêneyê xwe de hezkirin, hesreta xwe ya ji bo çiyê, daxwaza dîtina hevrêyên xwe dikir. Hezkirina hevala Bêrîtan a ji bo Rêber Apo gelekî cuda bû. Bi girêdaneke mezin bi Rêbertî girêdayî bû, hebûna xwe di azadî û hevrêtiya Rêbertî de didît û bi wî rengî dijiya. Hevala Bêrîtan nekarî Rêbertî bibîne, lê belê hêviya xwe ya ji bo dîtina Rêbertî ti carî winda nekir. Her tim bi hêviya dîtina Rêbertî bû. Hevala Bêrîtan li gel zor û zehmetiyan jî nedisekinî, li gel nexweşiya xwe jî nedisekinî. Hevala Bêrîtan bi sekn, hevrêtî, têkoşîn û keda xwe cihê xwe di dîroka Tevgera Azadiya Jinê û dîroka Kurdistanê de girt. Ya ku mirovan diêşîne ku hevala Bêrîtan jî êşand, şehadeta ji ber nexweşiyê bû. Şehadeteke bi vî rengî ji bo me giran bû. 33 salan li gel zor û zehmetiyan jiya, lê di encama nexweşiyekê de şehîd bû, ku vê yekê mirov diêşand. Lê belê li hemberî nexweşiyê jî sekneke bi wêrek û berxwedêrî nîşan dida. 2, 3 saet beriya ku şehîd bikeve peyamek û wêne jî ji hevalên xwe re şand, hezkirina xwe ya ji bo hevrêyên xwe, hêviya dîtina Rêbertî nîşan dida. Sekneke bi vî rengî bêguman ji bo me mînak bû. Em ê şopdara hevala Bêrîtan bin. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN















