Bi hezaran girtî di xeteriyê de ne

Çarşem 30 Tîrmeh 2025 - 03:45

  • Îranê piştî ku du girtiyên siyasî ji nişka ve bidarvekirin rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê dan zanîn ku ew ji darvekirinên bi komî yên li welêt bi fikar in.

Fikarên têkildarî ku dewleta Îranê xwe amade dike komkujiya di sala 1988’an de dubare bike ku Îranê wê salê bi hezaran girtiyên siyasî bidarve kiribûn. Mafparêz û çavkaniyên muxalîf didin zanîn ku darvekirin zêde bûne û dewlet bi zextên sîstematîk ji bo  komkujiyan zemîneke nû amade dike. Roja Yekşemê serê sibehê darvekiririna ji nişka ve ya girtiyên siyasî ya Mehdî Hassaniyê 48 salî û Behrouz Ehsaniyê 70 salî, rê li ber zêdebûna van endîşeyan vekir. Piştî darvekirinan ku bi tu awayî malbat nehatine agahdarkirin, hate ragihandin ku cenaze nehatine teslîmkirin û hewl dane ku bi awayekî veşartî wan veşêrin. Mehdî Hassanî beriya wê di peyameke xwe ya bideng de zextên rejîmê şermezar kiribûn. Behrouz Ehsanî jî anîbû ziman ku ew amade ye jiyana xwe bexşî têkoşîna azadiya gelê Îranê bike. Tê ragihandin ku di mehên dawîn de bi fermana rasterast ya Serokê Payebilind ê Îranê Ali Hamaney darvekirin bi awayekî eşkere tên kirin û ji bo raya giştî veguherîne amûreke gefê ya eşkere. Aktîvîstê mafên mirovan Saeed Masourî ku ev 25 sal in girtî ye, di nameya xwe de da zanîn ku rejîm êdî wî û girtiyên din li şûna ‘’komîteyên mirinê’’ bi fermana ‘’guleberdana bi kêfî’’ hedef digire. Nûnerê Îngilîstanê yê Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) Dowlat Nowrouzî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên rejîma Îranê yên li dijî mirovahiyê rexne kir û got:’’Ev bêcezatî, cesaretê dide rejîmê ku komkujiyên nû pêk bîne.’’ Ajansa Nûçeyan Farisan vê mehê bi awayekî eşkere dubarekirina komkujiyên di sala 1988’an de parast ku ev yek cidîteya talûkeyê dubere nîşan dide. Di sala 1988’an de nêzîkî 30 hezar girtiyên siyasî hatibûn bidarvekirin. Li gorî daneyên fermî rejîma Îranê sala borî zêdetirî 1000 welatî îdam kirine ku li sernaserê cîhanê ew welat e ku herî zêde darvekirin pêk anîye. Aktîvîst bi fikar in ku di sala 2025’an de ev hejmar hê jî zêde bibe. Mafparêz diyar dikin ku rejîma Îranê xwe ji bo pêkanîna komkujiyên nû xwe amade dike û divê civaka navneteweyî vê carê li hemberî vê yekê bê deng nemîne.

Girtiyên din di talûkê de ne

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe ya piştî davekirinên bi awayekî veşartî yên welatiyên bi navê Behrouz Ehsanî û Mehdi Hassanî de bal kişand ser  zexta li welêt zêde dibe û pêlên darvekirinê û banga tavilê sekinandina hemû darvekirinan kir. Alîkara Dîrektorê Herêmê ya Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur Kristine Beckerle jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku mafê darizandina adil a her du girtiyên siyasî hatiye binpêkirin û diyar kir ku bêyî malbat werin agahdarkirin ew bi awayekî veşartî hatine darvekirin û got:’’Ev înfaz bi awayekî nîşan didin ku rayedarên Îranê cezayê darvekirinê çawa weke amûreke zextê  bi kar tînin.’’ Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî herî kêm navê 19 kesên ku ji ber sedemên siyasî bi talûkeya darvekirinê re rû bi rû ne eşkere kir. Di nava van kesan de akademisyenê welatiyê Îran û Swêdê yê piştî êrîşên Îsraîlê winda bûyî Ahmadreza Djalali û sê mafparêzên jin; Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerife Muhammedî jî hene. Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku 28 welatiyên din bi rîska darvekirinê rû bi rû ne û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî vê yekê bê deng nemîne. 

Li Merîwan gefa li girtiyan

Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê derbarê rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgeha Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê de, daxuyaniyek belav kir. Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê da zanîn ku berpirsên girtîgehê ji bo şikandina îrade û teslîmbûnê van zextan li girtiyan dikin û hate gotin:“Ev rewş ne tenê binpêkirina rûmeta mirovane, di heman demê de siyaseta hikumetê ya ji bo bêdengkirina dengê nerazî ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.” Rêxistina Mafê Mirovan ya Kurdistanê navê berpirsên ku li girtîgeha Merîwan gef li girtiyan dixwin belav kir.

Li gorî navê wan berpirsan wiha ye: Berpirsê Parastina Girtîgehê Ferdîn Cîhanî, Rêveberê Navê Girtîgehê Mensur Xelwetî, Berpirsê Çandî yê Girtîgehê Reza Rustemî.

Hêjayî gotinê ye piştî agirbest di navbera Îran-Îsraîlê de hate ragihandin, heya niha zêdetirî 318 welatî û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê îstîxbarata Îanê ve hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.