Mûçe têra deynan jî nake!

Duşem 8 Îlon 2025 - 15:00

  • Karmend û esnafên Herêma Kurdistanê diyarkirin ku mûçeyê hatî belavkirin bandora xwe li bazarê nake û gotin; “Bivî mûçeyê hatî belavkirin em nikarin deynên xwe jî bidin.”

Piştî 3 mehan ku Bexda pere şand, hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê dest bi belavkirina mûçeyê meha Hezîranê yê karmendên herêm êkir. Lê hîn jî mûçeyên meha Tîrmeh, Tebax ên îsal û Mijdara sala borî nehatiye belavkirin. Tevî niha mûçeyek hatiye belavkirin, lê karmend bivê nerazîne û ti bandorek erênî li ser jiyana wan nake. Derbarê mijarê de karmend û esnafên bajarokê Xurmal ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji ajansa mere axivîn.

‘Xelk birçî ye û berîk vala ye’

Karmendê bi navê Walî Azîz ewil balkêşa ser parçebûna aliyên siyasî yên Kurd a li Bexdayê û wiha pêde çû; “Li nava parlamento û hikumeta Iraqê ticarî Kurd nabin yek, bi salane civînan dikin lê ev pirsgirêka mûçe nehatiye çareserkirin. Hikumeta Iraq û aliyên Şîe hertim hewl didin ku Kurdan birsî bihêlin, mixabin em bi xwe jî sedemê vê rewşa niha li Kurdistanê ne.” Walî Azîz di dewamê de got ku Hikumeta Iraqê vî mûçeyê meha 6 weke zikatek daye Kurdan, lê kes nikare deynên xwe jî bivî mûçeyî bide û got; “Ev mûçe têra me nake û tenê 5 rojan di berîka mede namîne. Rewşa xelkê gelek xirabe, hizbên desthilatdar jî ne di xema medene. Eger wiha bidome, wê Herêma Kurdistanê xirabtir bibe, ji ber ku xelk birçî ye û berîk vale ye.”

‘Mûçe bandora xwe li bazarê nake’

Esnafê bi nafê Raber Ebdul jî li ser heman mijarê axivî û got; “Mûçeyê ku hatî belavkirin, ti bandora xwe li bazarê nake, tenê karmend dikarin beşek ji deynên xwe bidin. Derfetên meyên deyn tije bûne, bazar bi awayek giştî lewaz bûye. Ji ber ku her 3 meh carek mûçe tê belavkirin, ev jî têra deynan jî nake, êdî xelk bi nîvkêlo tiştan dikirin. Ev jî ji bo me gelek girane, ti pere bi xelkê me nemaye.”

‘Tevger tevgera deynan e’

Esnafê bi nafê Amanc Mihemed jî dibêje; “Mûçeyê mehek hatiye û tevgerek ketiye bazarê, lê ev tevgera deynane. Yanî karmend tên bazarê deynê xwe didin û bazar gelek miriye. Bi dayîna mûçeyek ti tevgerek nakeve nava bazarê, eger muçeyek din were dayîn dibe ku bandorek erênî çêbibe. Niha jiyan girêdayî mûçeye, ger were dayîn wê baş bibe.” ROJNEWS/XURMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.