Qerexermana Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:16

Her sal di nîvê meha Gulanê de cotyarên herêma Koye ya bi ser parêzgeha Hewlêrê beriya dirûtina genim, dest bi amadekirina Qerexerman dikin. Ev xwarina Kurdewarî ya piştî kedeke zehmet tê çêkirin, ji ber di roja me de nirxê wê biha ye, li gor birinc û savarê kêmtir li ser sifreyan cih digire. Genimê Mûsilê, Genimê Gulreş û Genimê Qazî ji bo Qerexerman genimên herî diyar û guncaw in. Her wiha Qerexerman ji genimê ji bo ard tê bikaranîn cudatir e, libên wê zêdetirin û payîzê tê çandin.

Destpêkê genim diçînin, li erdê radixin û paşê jî agir berdidinê û vedimirînin. Ev her du qonax ji bo berhema Qerexerman pir hesas û girîng e. Bi taybet jî cureyê genim, qutkirina wê, şewitandin û vemirandina wê karekî hostane dixwaze. Ji bo Qerexermana bi tam û lezet ev girîng e. Piştî tê birîn û şewitandin, vedimirînin. Piştî wê tê komkirin û hişkkirin. Herî dawî jî tê hêrandin. Li hemû deverên Herêma Kurdistanê ev xwarin tê amadekirin, lê bi taybet ji ber ku deşta Koyê para giştî bi xwe digire û salane bi tonan tê amadekirin, wek navenda amadekirinê tê hesibandin.

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.