• Xecxecokan - gulebûk, xeşxeş, bûkik, bûkanî - gundê Qorî yê ser bi navçeya Wêranşara Rihayê xemiland. 

Xecxecokan - gulebûk, xeşxeş, bûkik, bûkanî - gundê Qorî yê ser bi navçeya Wêranşara Rihayê xemiland. Ev rengê sirûşta ku mîna qoziyek bihûştê xuya dike, bûye cihê ku welatî bi kêfxweşî wêneyên xwe li berê bigirin. Welatiyên ku diçin wêneyên xwe li ber vî rengê sor yê sirûştî digirin, destê wan ji wir nabe. 

Ji welatiyan Salih Erbekler dibêje, di meha Nîsan û Gulanê de gulebûk xemla rengê xwe didin Qerejdaxê: “Mirov ji bo ku bên vê xweşikiya sirûştî bibînin, tên dîmen û wêneyên xwe digirin. Çawa ku ev kulîlk li gelek deverên Kurdistanê vedibin, li Qerejdaxê jî bi heman rengî vedibin.” 

MUJDAT CAN - MA/ RIHA