• Hunermendên li Amedê yên di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dixebitin, li dijî qedexekirina konsera salvegera 30’yemîn a NÇM’ê ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin, daxuyanî dan û qedexekirin şermezar kirin.

Hunermendên li Amedê yên di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de dixebitin, li dijî qedexekirina konsera salvegera 30’yemîn a NÇM’ê ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin, daxuyanî dan û qedexekirin şermezar kirin. Daxuyanî li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê ya li Sûra Amedê pêk hat û gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev 30 sal in Navendên Çandê yên Mezopotamyayê, ji bo çand û hunereke azad û bi zimanê Kurdî, li ber xwe didin. Di dewamiya daxuyaniyê wiha hat gotin; “Bi hincetên sosret yên wekî ev konser û bername  ‘Dê ewlehiya civakê bixe xeterîyê û îhtîmala ku dê li wê derê sûc bê kirin û hwd’ bernameya pîrozbahiyê ya 30’emîn damezrandina NÇM’ê ya ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin, hat qedexekirin. Hişmendiya qirker qey nizane ku, çand, huner û zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin.

Em jî ji her demê zêdetir, xweşiktir, bi serbilindî û bi rihekî berxwedêr li hemberî polîtîkayên pişaftinê û qedexeyan li ber xwe didin.”

AMED