Qedexe li dijî demokrasiyê ye

Çarşem 11 Gulan 2022 - 21:27

  • Ji parêzerên PKK´ê Dr. Stolle: Prof. Hefendehm got, qedexe were rakirin, şidet jî wê ji holê rabe. Europolê jî diyar kiriye, heta niha wan delîl nedîtine ku bibêjin, meyla PKK’ê li ser şidetê ye. Sûc nebe divê qedexe jî nebe.

Parêzeran ji bo li Elmanyayê qedexekirina PKK’ê ya ji 29 salan ve bi dawî bibe, miracaetî Wezareta karên Hundir a Federal kir û got, “Divê hikûmeta Federal ji bo siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan gavên nû biavêje. Qedexekirina PKK´ê birîneke demokrasiya Elmanyayê ye û tevî hincetên xwe êdî ne rojane ye”. 

Ji bo li Elmanyayê qedexekirina PKK’ê bi dawî bibe, doh gaveke girîng hate avêtin. Ev 29 sal in Kurdên li Elmanyayê tên krîmînalîze kirin, siyasetvan û çalakvanên Kurd tên dadgehkirin, sembol û alayên Tevgera Azadiyê ya Kurdan tên qedexekirin. Ji bo betalkirina qedexeya 29 salan, li ser navê PKK’ê parêzer Dr. Lukas Theune û Dr. Peer Stolle miracaetî Wezareta Karê Hundir a Federal kir.

Piştî miracaetê, her du parêzeran tevî Dîlan Akdogan a ji Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) li Hola Civînên Çapemeniyê ya Federal civîneke çapemeniyê li dar xist. Parêzer Heike Geisweid moderatoriya civîna çapemeniyê kir. 

Geisweid got, ji ber qedexekirina PKK’ê Kurdên li Elmanyayê tên krîmînalîzekirin û qala hincetên qedexeya di 26’ê Mijdara 1993’yan de kir.

Geisweid bi bîr xist ku di nava salan de çarçoveya qedexeyê hatiye berfirehkirin, gelek sembol û posterên Abdullah Ocalan jî hatine qedexekirin û wiha peyivî: “Li Tirkiyeyê li ser Kurdan zextên sîstematîk hene. A niha rejîm li hemberî siyasetvanên Kurd her cûre hêza dewletê bi kar tîne. Ji ber vê, divê Elmanya siyaseta xwe biguherîne û dev ji vê qedexeyê berde.”

Hikûmeta federal malavahiya PKK´ê kiribû

Ji parêzerên PKK´ê Dr. Lukas Theune jî got, “PKK jî êdî ne li pey hedefên xwe yên berê ye û dixwaza li welatên ku Kurd lê ne, mafên xwe yên otonomiyê bi dest bixin. PKK’ê ji bo avabûna Rêveberiya Xweser a li Bakurê Sûriyeyê gelek komên etnîk û dînî tê de cih digirin, pêşengî kir.

PKK’ê di sala 2015’an de li Şengalê civaka Êzîdî ji qirkirina bi destê DAIŞ’ê rizgar kir û hikûmeta federal a wê demê ji ber vê malavahiya wan kiribû.”

PKK´ê sûc nekirine

Ji parêzerên PKK´ê, Dr. Peer Stolle jî got, ji ber bûyerên şidetê yên beriya bi 29 salan, ev biryara qedexeyê hatiye dayên: “Heke hincet û bingehê van qedexeyan tinebe, divê ev qedexe werin rakirin.”

Dr. Peer Stolle serokê Komeleya Parêzerên Komarparêz e jî. Wî got, di destê wan de belgeyeke şênber tineye ku PKK’ê li Elmanyayê sûc kiribe: “Di salên 1990’î de bûyerên şiddetê pêk hatin. Me jî berê xwe da cem Prof. Roland Hefendehm. Ew di warê sûc de pispor e û me xwest lêkolînê bike ji salên 1990’î û vir ka heta niha şideteke çawa hatiye kirin. Prof. Hefendehm diyar kir ku beşeke zêde ya şidetê ji ber qedexeyê pêk hatiye û heke qedexe were rakirin, wê ev şidet jî ji holê rabe. Di heman demê de Yekeya Polîsan a Ewrûpayê Europolê jî diyar kiriye, heta niha wan delîl nedîtine ku meyla PKK’ê li ser şidetê ye. Ji Newrozê û vir ve bûyerên girîng pêk hatin. Rêveberiya PKK’ê diyar kir ku ew ê li hemberî qanûnên Elmanyayê rêzdar be û ev jî miracaeta me xurt dike.”

Qedexe dewama siyaseta Tirk li Elmanyayê bû

Dîlan Akdogan jî li ser navê MAF-DAD’ê got, ew piştgiriyê didin vê miracaetê û wiha peyivî: “Ji ber vê qedexeyê Kurd bûn hedef û hatin krîmînalîzekirin. Mafê avakirina komeleyan û azadiya tetbîqkirina mafên çandî yên Kurdan hate astengkirin. Ji ber qanûnên 129a û 129b gelek siyasetvan û aktîvîstên Kurd hatin dadgehkirin û gelek ji wan hatin dersînorkirin û teslîmî Tirkiyeyê hatin kirin. Li ser aktîvîstên Elman ên ku piştgirî didan gelê Kurd jî zext hatin kirin.

Sala 1996’an, dema ku 5 salî bûm, me xwestibû em tevlî Newroza Kolnê bibin, lê bavê min li ber çavê min hatibû kelepçekirin û destgîrkirin.

Siyaseta dewleta Tirk li Elmanyayê jî dewam kir.”

Akdogan got, bi vê qedexeyê, derb li demokrasiya Elmanyayê tê xistin û destûr nayê dayîn ku Kurd tevlî vê civakê bibin. Akdogan wiha peyivî:

“Heke qedexe were rakirin wê ji bo bidawîkirina şerê li dijî Kurdan, bibe gaveke girîng, wê ji bo çareseriyê zextan çêke. PKK ji ber zextên dewleta Tirk derketiye holê. Em civaka Kurd li diyalogê vekirî ne û dixwazin bibin parçeyekî vê civakê. Em dixwazin bi nasnameya xwe ya siyasî û çandî di vê civakê de werin qebûlkirin.”

Li ser pirsên rojnamevanan, parêzeran got, pêvajoya li cem Wezareta Karê Hundir dibe ku salekê dewam bike û heger ji vir encameke erênî dernekeve, ew ê pêvajoya dozê ya li dadgehê bidin destpêkirin.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.