Damara destê wî qetandin !

Şemî 13 Kanûn 2025 - 03:42

Hat zanîn ku girtiyê bi navê Yûnûs Ozak ê li Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê tê ragirtin, ji bo rawesta amadeyî qebûl nekiriye, 10 gardiyanan êrişî wî kirine û damara destê wî qetandine.

Yûnûs Ozak di sala 2016'an de li navçeya Sûrê ya Amedê hat girtin û cezayê hepsê yê muebeda giran lê hate birîn.Yûnûs Ozak ku 6 salan li Girtîgeha Amedê hate ragirtin, piştre sirgûnî Girtîgeha Tîpa S ya Kirşehîrê hate kirin. Yûnûs Ozak ê ku 3 sal in li Girtîgeha Kirşehîrê tê ragirtin, telefonî malbata xwe kir û zext û tundiya ku li wî hatiye kirin vegot. Birayê Yûnûs Ozak, Mehmet Ozak têkildarî rewşa birayê xwe axivî û got: “Rêveberiya girtîgehê ji gelê Kurd aciz e. Ji bona wê van zextan pêk tîne.”

Mehmet Ozak diyar kir ku birayê wî Yûnûs Ozak di sala 2016'an de li navçeya Sûrê hat girtin û wiha got: “Dema Yûnûs hat girtin li ser wî tu tiştek derneket. Tu delîlên şênber tune bûn. Lê dîsa jî hat girtin.”

Mehmet Ozak anî ziman ku birayê wî bi rêya telefonê zextên li wî tên kirin vegotine û wiha axivî: “Her roj gardiyan diçin hucreya birayê min û lêgerînê dikin. Gardiyan dest deynin li ser name û amûrên Yûnûs. 3 sal in ev lêgerîn bi heman awayî didomin. Birayê min xwestiye bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê pêk bîne. Beriya 15 rojan midûrê girtîgehê gazî birayê min kiriye. Birayê min diçe hevdîtinê. Di hevdîtinê de gardiyan ji birayê min re gotine ‘rabe û di rawesta amadeyî de bisekine.’ Birayê min jî ev tişte qebûl nekiriye. 10 gardiyanan êrişê birayê min kirine û demara destê wî qetandine. Dema birayê min dibin nexweşxaneyê jê re dibêjin ‘bi kelemçe tedawî bibe’. Birayê min ev yek qebûl nekiriye û ew bêyî tedawî bibe vegerandine girtîgehê. Ev 15 roj in, damara destê wî qetandiye lê em nizanin rewşa birayê min niha çawa ye? Em her roj li girtîgehê digerin lê bersivê nadin me.”

AW / AMED / OMER DEMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.