Qanûn ne ti qanûn e

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 20 Sibat 2021 - 01:52

ERKAN GULBAHÇE

 

Dewleta Elman bi dozên xwe yên krîmînalîzekirina Kurdan, kir ku 3 sal û 5 meh ceza li siyasetvanê Kurd Gokmen Ç. ji ber kar û xebatên wî yên qanûnî bên birrîn. Bi vî awayî xebatên qanûnî û çalakiyên bi destûr sûc hatin hesibandin û hatin krîmînalîzekirin.   
Siyasetvanê Kurd Gokmen Ç. yê 38 salî, 2’yê Çileyê 2020’an li Frankfurtê hatibû girtin. Ji hingê ve jî di hepsa Koblenzê tê ragirtin. Doza li dijî wî di çarçoveya xala 129b ya qanûna ceza ya Elman hat vekirin.

Gokmen Ç. ji 20’ê Cotmehê ve derket 15 rûniştinên dozê. Rûniştina doza biryarê, doh li dadgeha bilind a eyaletê ya Koblenzê pêk hat. Dozgeriyê xwestibû mehkeme 3 sal û 8 meh ceza li Gokmen Ç. bibirre. Heyeta dadgehê 3 sal û 5 meh cezayê hepsê li Gokmen Ç. birrî. 
Li ser îdîanameya dozgeriya federal, aliyê parastina Gokmen Ç. gotibû, biryar wê siyasî be û ne biryareke hiqûqî be, ji ber wê jî maneya parastinê jî wê nebe. Dadger jî weke aliyê parastinê pê zanîbû, biryara xwe ya siyasî eşkere kir û 3 sal û 5 meh cezayê hepsê li Gokmen Ç. birrî. Dadgehê malavahiya Gokmen Ç. kir ji ber rêzdariya wî. Heyeta dadgehê îdîa kir ku ew bawer dike divê Kurd bigihîjin mafên xwe. Heyeta dadgehê xwe şidand û weke ne bi dilê wê be biryara xwe eşkere kir û îdîa kir ku wê ceza mecbûrî li gorî qanûnan birriye. 

Kurdistaniyan protesto kir

Gelek Kurdistaniyan li rûniştina biryarê temaşe kir. Gava ku Gokmen Ç. xistin hola dadgehê, Kurdistaniyan slogana “Bijî Serok Apo” got. Gava ku dadger li ser navê heyetê biryar eşkere kir, Kurdistaniyan ew protesto kir. Lewma dadger îdîa dikir ku ew li ser navê milet biryarê eşkere dike. Kurdistaniyan dovîzên li ser wan nivîsandî "Ev biryar ne li ser navê milet e", "Ev biryar ne li xêra milet e", "Biryar li ser daxwaza Erdogan hat dayîn", "Dawiyê li qedexekirina PKK´ê bînin", "Xala qanûna ceza ya 129b ne hiqûqî ye, siyasî ye", “Terorîstê bi rastî Erdogan e" hilgirtin. Kurdistaniyan bi sloganên xwe jî dengê xwe da bihîstin. Kurdistanî heta ku ji avahiya dadgehê derketin slogan gotin û wan bi vî rengî biryara dadgehê protesto kir.  

Sûc nîne lê ceza birrîn

Doza li dijî Gokmen Ç. neheqiya dozên li dijî Kurdistaniyan û armanca wan a krîmînalîzekirina wan li Elmanyayê eşkere nîşan dide. Di îdîanamaya li dijî wî de hat îdîakirin ku ew berpirsê herêman li eyaletên Hessen, Rheinland-Pfalz û Saarlandê bûye di navbera 2017 û 2019´an de. Sûcên ku xistine stûyê wî hemû karên qanûnî bûn: Organîzekirina xelkê da ku biçin Festîvala Çanda Kurd, teşwîqkirina wan a çalakiyên Newrozê, organîzekirina çalakiyên bi destûr ên qanûnî.  

Gokmen Ç. di parastina xwe de gotibû, wî ev xebat hemû kirine, û weke ferd destekê dide têkoşîna miletê Kurd a ji bo edalet, wekhevî û azadiyê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.