Yekitî, tevger û desteyên çandê li herêma Cizîrê ji bo salvegera 39′an a koça dawîn a helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn, merasîmek li dar xist.

Merasîm li ser gora helbestvan a li mala wî ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê hate lidarxistin. Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kurd a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (TEV-ÇAND), Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Wêje û Çanda Kurd, partiyên siyasî, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Yekitiya Çandê ya Herêma Cizîrê Xalis Mesor bixêrhatina beşdaran kir, helbestvan Cegerxwîn bi bîr anî û got, "Cegerxwîn stêrka me tevan ronî dike. Ew di dilên me de zindî ye, jiyana xwe bi tevahî xiste oxira gelê xwe. Bi helbestên xwe moral da gelê xwe. Gelek pirtûk û helbest li ser dîroka Kurdan nivîsîn da ku gelê wî û tevahî gelên din dîroka Kurdan binasin."

Yekîtiya Kurdan erka li ser milê me ye

Paşê, peyama malbata helbestvan Cegerxwîn ji hêla Gerînendetiya Yekitiya Giştî ya Nivîskar û Rojnameanên Kurd li Sûriyeyê ya li Qamişloyê, Behrîn Osê ve hate xwendin. Di peyamê de malavahiya beşdarên merasima bibîranînê hate kirin û hate gotin, kombûna li dora gora helbestvan Cegerxwîn û di vê qonaxa gef li gelê kurd û tevahiya cîhanê dibin, cihê serbilindiyê ye.

Di peyamê de hate gotin, yekîtiya Kurdan armanca helbestvan Cegerxwîn a sereke bû, ji lew re erka îro li ser milê hemûyan xebata di aliyê çand û wêjeyê de ye.

Endamê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ebdulmecîd Xelef jî got, divê tevahiya berhemên helbestvanên Kurd ên koça dawîn kirine, bi taybet helbestvan Cegerxwîn werin lêkolînkirin, da ku bibin materyalên dibistan û zanîngehan û gel wan nas bike û tevahiya nifşan xebatên wan ên çandê yên binirx, bizanin.

Piştî wê jî helbestvan Kolal Kasanî û Beşîra Derwêş hin malik ji helbestên Cigerxwîn xwendin.

Di dawiyê de Yekitiyên Çandê kulîlk danîn ser gora Cigerxwîn.

ANHA/QAMIŞLO