Qada Azadî û berxwedana teyrê baz

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Mijdar 2022 - 04:55

BERÇEM CÛDÎ/JÎNHA/KOBANÎ

 

Di êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî Kobanê de yên ku di 15`ê Îlona 2014`an de dest pê kirin, pirraniya bajar hilweşiya. Niştecihên Kobanê, bi devoka xwe ya herêmî dibêjin; “Kevir li ser kevir nema”, lê li nava wêranî û xirabûna li kolanên Kobanê, hin hêviyên avakirina siberojeke azad, derketin holê.

Di şerê Kobanê de yê ku weke berxwedana sedsalê ya gelê Kurd tê pênasekirin, li rex qehremaniya şervanên ku di çeperan de şer kirin û Kobanê parastin, hinek cihên weke avahî, peyker û gir jî bûn parçeyek ji wê berxwedanê. Çawa ku şervan û gelê Kobanê serî li hember êrişên hov ên DAIŞ`ê netewandin û heta serketinê li ber xwe dan, sembolên Kobanê hebûna xwe parastin û piştgirî dan şervanan. Yek ji van nîşanên herî bi nirx, manedar û pîroz li cem gel û hezkiriyên Kobanê, Qada Azadiyê ye.  

 

Ciwanan peyker bi kesk, sor û zer dixemiland

Qada Azadiyê ji dema bicihbûna hêzên Fransayê ve li Sûriyeyê hatiye çêkirin. Peykerê wê, teyrê Baz jî ji aliyê kesayeteke Kobanê ve hatiye çêkirin û sala 2006`an ji aliyê şaredariya rejîma Sûriyeyê ve li qadê hatiye bicihkirin û navê wê bûye Qada Êksprêsê. Wê demê, ciwanên welatparêz ên Kobanê her şev peyker bi rengên kesk, sor û zer boyax dikirin, Rejîma Baasê jî her sibeh rengê wê diguherand û peyker spî dikir. Boyaxkirina peyker di nava ciwanên Kobanê de bûbû çandek û peykerê baz weke semboleke serhildan û azadiyê didîtin. Bi destpêkirina pêlên şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an re, qada teyrê Baz bûbû qibleya gel a ji bo xwepêşandanan. Ji ber vê, bi şoreşa Rojava re navê qadê veguherî Qada Azadiyê, peyker bi rengê xwe yê kesk, sor û zer hat xemilandin û êdî bû navnîşana serhildanê.

 

Heta teyrê baz nekeve, Kobanê jî nakeve

Di Îlona 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê bi armanca qirkirin, talan û wêranê êrişî Kobanê kirin. Li hemberî vê êrişê zarok û şervanên şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo parastina Kobanê xwe kirin mertal û heta kêliya dawî ya serketinê şer kirin. Di berxwedana Kobanê de, Qada Azadiyê ango Bazê Kobanê, careke din xwedî li gelê xwe derket û hebûna xwe ya li ser axa Kobanê bi israr parast. Hawirdora qadê bi temamî hat rûxandin, hinek gule jî li peyker ketin, lê dîsa jî teyrê baz dest ji berxwedana xwe berneda û neket. Ji bo kesên di hundirê Kobanê de şer dikirin, her wisa ji bo kesên ku berxwedan kêlî bi kêlî dişopandin, Qada Azadiyê bûbû baweriya serketinê. Wiha dihat gotin; heta tayrê Baz li ser xwe be, wê Kobanê jî nekeve.

 

Heta hetayê weke sembola azadiyê

Dema mirov li çavên Bazê Kobanê dinihêre, weke ku ev baz bibêje; barê min jî gelek giran bû, ji ber ku min ferq kir, serketina Kobanê di berxwedana min de ye. Ji ber vê min di sekna xwe ya bi heybet de moral da şervanên xwe, min hêvî û bawerî di dil de zindî kir, min enerjiya serketinê bi rengê xwe yê rewnaq belav kir û ez ê heta hetayê weke sembola serketin, azadî û serfiraziyê bimînim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.