Psychology Kurdî bi stresê daket

Nûçeyên Çand/Huner

În 10 Mijdar 2023 - 00:22

Kovara derûnnasiyê “Psychology Kurdî” bi dosyeya xwe ya “Stres”ê hejmara xwe ya 17’an weşand. 

Kovara “Psychology Kurdî” hewl dide her çar mehan carekê bi dosyayên psîkolojiyê derkeve hemberî xwendevanên Kurdî. Kovara dawî derketiye jî ya mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê ye.

Nivîsên di hejmarê de ev in: Stres Bi Awayekî Berfireh (Azad Dildar),  Rola Hezkirin û Lîstikê Li Ser Stresa Zarokan (Gulbeyaz Bozan-Elîxan Bozan), Nexweşiya Serdema Nûjen: Stresa Dîjîtal (Enver Îlerî), Stresa Mêtînbûnê: Xwebûn An Jî Jixwerevîn (Hoşeng Nizarî), Gengaziya Têkiliya Frenolojiyê Li Ser Sînorên Polonya û Ewropayê (Yusuf Siyahtaş), “Derûnnasî” Wekî Stratejiyeke Kedîkirinê (Bariş Ozkul)

Her wiha bi Hamît Boztaş re jî hevpeyvînek heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.