Promiyera belgefilma ‘Asadur’ li Kolnê pêk hat

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Çile 2025 - 00:59

Promiyera belgefîlma bi navê “Asadur” li Kolnê, bi beşdariyeke zede pêk hat.

Belgefîlm çîroka kesê bi navê Husamettîn Kûrûltay ê ji Meletiyê û piştî Komkujiya Ermeniyan Misilmantî û Tirkbûn li ser tê fezkirin û vedigere nasnameya xwe vedibêje.

Promiyera belgefîlmê ya di çarçoveya bîranîna Hrant Dink de hate lidarxistin, bi axaftinên TUDAY, Kulturforum, Weqfa Rosa Lulsemburg, Komeleya Dengê Piştevaniyê û amadekarê sînemaya Filmhaus a Kolnê Adil Demîrcî dest pê kir.

Belgefîlma ji aliyê Derhêner Mehmet Emîn Yildiz ve hatiye amadekirin û li gund û derdora Meletiyê li cihên ku lê şûnwarên Ermeniyan hene, hatiye temamkirin.

Belgefîlm pirsgirêkên çandî û hestiyarî yên ji ber jinûvekeşifkirina mîrateya hatî veşartin rû didin, pêşkêşî temaşevanan dike û balê dikşîne ser bandorên mayînde yên Komkujiya Ermeniyan. Temaşevanan eleqeyeke zêde nîşanî belgefîlma 50 deqeyî da û ji aliyê temaşevanan ve gelekî hate ecibandin.

Piştî promiyerê çêkerê mûzîka filmî Devrîm Kavalli strana “Bûka Zerik” got. Piştre Cigira Berdevkê Meclîsa Ren Vestfalya û namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Kolnê Berîvan Kaymaz bi kurtî bal kişand ser girîngiya merasîma bîranîna Hrant Dînk. Di dawiya promiyerê de jî bi pêşkêşvaniya Dr. Talîn Karataş, Berdevkê civaka Elman- Ermen Dr. Raffi Kantian û ji ekîba fîlmî Mesût Ethem Kavalli û Alexis Kalk axivîn.

ANF/KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.