Hunermend Suna Alan, bi hevkariya muzîkjenên Yewnan sê stranên Kurdî û Yewnanî hazir kirin. Bi performansa xwe ya akustîk a zindî ew yekser derketin pêşberî guhdaran û ev tecrûbe li ser temamê platformên dîjîtal parve kirin.
Suna Alan vokalên Kurdî û Hara Ioannidou jî vokaliya stranên Yewnanî girtiye ser xwe. Mario Christofi li ûdê, Filippos Papasavvas li buzukiyê û etnomuzikolog Ed Emery jî li tzourayê dixe.
Folktale Productionê hilberîna wî girtiye ser milê xwe û Levent Canen jî qeydî û masteringa projeyê kiriye. Kenan Korkmaz jî dîmenên performansa zindî girtine.
Berhemên li jêr encama projeyê ne:
* To Gefiri Tis Dramas / Çavên Mecnûn
https://youtu.be/6jMQYx-Ly_A
* Were Qurban / Ti Ta Theleis Ta Lefta
https://youtu.be/qPbqF4-JsBQ
* Nekî Nekî / Sala Sala
https://youtu.be/6jMQYx-Ly_A
LONDON