Sophie Woodrow hunermendeke seramîk û porselenan a modern e. Ew li bajarê Ingilîstanê Brîstolê hatiye dinê û li Ingilîstanê hunerê xwe dewam dike.
Ew fîgurên piçûk çêdike û ji bo van fîgurên xwe dibêje, ev “portreyên psîkolojîk” in. Axir ew dibêje, ew dixwaze bi van fîguran bike ku mirov bihizirin li ser peywendiya di navbera rastiya wan a derûnî û rastiya li derve li hawîrdora wan de. Ew wiha dewam dike: “Gava ez li bedenan difikirim, bi ya min tişt di wan re dibihurin û ew ne saxlem û biîstîqrar in. Lewma hem împresyon û hem jî sansasyon hem li dora bedenê digerin, tê re dibihûrin û tesîrê lê dikin. Fîgurên min portreyên psîkolojîk in, portreyên wan kesan in ku dibe ku em jî ji bo kêliyekê bi awirekî ji awiran, yek ji wan bin.”
NAVENDA NÛÇEYAN