- Ji bo vê hunermendê, diyar e ku gelekî muhim e ku bi awayekî pragmatîk reaksiyonê nîşanî helwêstên civakî-siyasî yên li hawîrdora xwe bide.
REWŞAN DENIZ
Rekha Rodwittiya wêneyên melez çêdike. Meleziya wêneyên wê jî ne yekalî ye. Ew hem di navbera formên ji hunerê rêûresmê û îro de diçe û tê, hem jî di navbera xêz û fotografan de. Em dikarin di nava fîgurên jin ên rêûresma Hindî de bi carekê portreyê Frîda Kahlo yê ku wê bi xwe xêz kiriye bibînin. Yan jî di nava sembol û xetên diyanet û xemla mekanên pîroz ên Hindî de fotografên xemla xwezayê bibînin.
Gava ez dibêjim di navê de jî, esas di navê de ye, yanî di hundirê fîgur yan jî mekanekî de weke ku daqurtandî be, ji bedena wan û wê de xuya dikin. Ev melezbûn hem xeml û estetîkeke nû diafirîne û hem jî xeyaleke nû. Hunerê Rekha Rodwittiya ya canik jî wiha bi gewde dibe.
Rekha Rodwittiya li paytexta eyaleta Hindistanê Karnataka, Bangeluru sala 1958´an hatiye dinê. Wê xwendina xwe ya dibistana bilind li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Manonmaniam Sundanarar ya li bajarê Baroda sala 1981´ê qedandiye. Wê paşê sala 1984´an bi bursekê li mastira hunerê di şêwekariyê de kir li Koleja Huner a Meliktiyê ya Londonê.
Hestiyariya bermaberî helwêstên civakî-siyasî
Tecrûbeya wê ya Ewrûpayê bi Stockholmê dewam kiriye. Ew weke hunermenda mêvan çûye Konsthogskolanê. Paşê jî heta sala 1991´ê li Dibistana Hunerên Bedew a Grenoble (Fransa) û Castello de Rivoli li Torînoyê (Îtalya) ders dan. Ew ji bo demeke kurt jî ji bo ku li ser hunerê Asyayê bixebite, sala 1990´î diçe Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî.
Berhemên Rekha Rodwittiya elaqedar in bi mijarên tevlîhev ên jiyanê, ên silbûn û aîdiyet, ên cudakerî û qebûlê, yên lihevkirin û lihevnekirinê. Ji bo vê hunermendê, diyar e ku gelekî muhim e ku bi awayekî pragmatîk reaksiyonê nîşanî helwêstên civakî-siyasî yên li hawîrdora xwe bide. Yanî bi awayekî ji awayan, mirov dikare bibêje, berhemên wê weke neynika hestiyariya wê ya beramberî helwêstên siyasî-civakî ye, lê ev neynik her wiha hizirîna wê ya li rabihuriyê jî nîşan dide. Çawa ku meseleya melezbûnê ya me di serê nivîsê de îşaret pê kir jî, çêl lê dikir.
Huner û jiyanê tecrîd nake
Di berhemên xwe de û bi giştî bi helwêsta xwe ya hunerî, ew gava miamele bi huner û jiyanê re dike, wan tecrîd nake. Û wan wisa dixe zik hev, mirov fêm dike ku li gorî wê ev yek şert e ji bo ku ruh û can bi şêweyan, şêwekariyê bê. Ji ber wê, gava ew behsa hunerê xwe dike jî şêwekariyê û xêzkirinê weke têkoşîneke ji bo hebûna xwe ya rewa dibîne. Ew dibêje, “Ez di ew qas tirs û azarê re dibihurim da ku gavê biavêjim nava tişteke ´nayê zanîn´” Ji ber wê jî mirov dikare berhemên wê yên şêwekariyê weke encama hizr, hest, xwendin, çavdêrî, bawerî, nirx û loda tecrûbeyên berê bibîne.
Mîrasa xeyaleke esasî
Gava mirov li şêwekariya wê dinihêre, mirov dibîne ku esas, ew afirîneriya xwe ji mîrateyeke xeyaleke esasî digire ku bi psîkolojiyeke zelal a ji nava hunermendê hatiye meyandin. Ew portreyên jinan çê dike û gava vê dike, ji prîzmaya tecrûbeyên xwe yên şexsî û rastiya jiyana rojane li wan dinihêre.
Ji bo vê yekê di danasîna xwe de ew dibêje, “di nava gêjî û zelûliya endîşeyên mezinan de asê mayî, min ew herika êşê ya ji binî ve hîs dikir, lê bi temamî fêm nedikir. Bi vî halî xeyala xêzkirî yan jî înşakirî zû zûka veguherî amûreke deşîfrekirina tevahiya mayeya encama çavdêriyên min... Hesta min a empatiya bi tişta min xêzkirî re esas ew bû ku wê bi gewdebûnek mumkin dikir, darîçav dikir ewa heta hingê mucered. Ev veguherî rêbazekê, lewma ez bi hizreke li rabihuriyê li tiştan dinihêrim gava ku diyalogê ava dikim ya ku meydana psîkolojîk jî manedar dike.”