SUZAN EBU SAİD / NÛJÎNHA / BEYRÛT
Hunermend Maya Fares, hezkirina xwe ya ji bo huner bi pêş dixe û xemlên navdar diafirîne. Maya Fares bi kursan hunera çîkirina xemlên “çînî” li ser porselenan hînî jinan dike.
Seroka Komeleya Hunerên Bedew a Takwîn, Maya Fares ku li ser porselen hunera çînî kar dike, diyar kir ku wê pêşî jêhatiya xwe di vî warî de bi alîkariya pisporên Lubnanî kifş kir û bi pêş xist, piştre jî perwerdeya xwe bi atolyeyên li Fransa, London, Îtalya, Portekîz û gelek welatan qedand.
Maya Fares, dibêje, bi taybetî ji bo ku jin karibin xwedî li hunerê xwe derkevin dest bi hînkirina hunerê xwe kiriye: "Hûn hem ji aliyê derûnî ve mirovan bi erênî bi pêş dixin û hem jî serxwebûna xwe ya aborî bi dest dixin."
Bi kevn û nûyê dimeşe
Maya Fares ji bo berhemên xwe dibêje, "Fikrên cihêreng hene, ez hewl didim bi rengekî bi îmzeya xwe wan bisêwirînim. Sermeselê, min navê Lubnanê li ser tasekê nivîsand û li gorî wê sêwirand. Min ewilî bi boyaxa avî û ya rûnî dest bi xebatên xwe yên xêzkirina porselenê kir. Min karên kevn û nûjen anîn gel hev. Min pêşangeha xwe ya yekem di sala 2013’an de vekir.”
Berê xwe dide meseleyên jinan
Maya Fares dide zanîn ku di hunerê xwe de bi gelek mijaran dadikeve û dibêje, “Di hinan ji wan de mijarên taybet ên jinan hene, ez dixwazim pirsgirêkên jinan ronî bikim û ragihînim. Ez dixwazim jin xwe bi pêş bixin. Min hewl da ku di tabloyên xwe de zextên li dijî jinan nîşan bidim. Wekî din min tabloyek çêkir ta ku tê de malên di teqîna Beyrûtê de wêran bûne, min xêz kirin.”
Krîza aborî zehmetiya mezin e
Maya Fares der barê zehmetiyan de jî dibêje, "Zehmetiya herî girîng krîza aborî ye. Li gel pirsgirêka elektrîkê, kursên perwerdê jî kêm bûne. Ji bo firina porselenan, elektrîkeke zêde pêwîst e. Enerjiyeke ku jeneratora elektrîkê nikare hilberîne. Ji bo reng, stabîlîzer û tiştênn din hemûyan, du qatan li berê zêde mesref diçe. Pêvajoya şewbê jî bû sedema gelek pirsgirêkan. Ez niha sê qkursên perwerdehiyê organîze dikim.”
Şagirt razî ne
Alsie Xelifa, Rêvebera berê ya saziyeke modayê bû, ew dibêje, ji zaroktoya xwe ve ji xêzkirinê pirr hez kiriye: “Ez bi kar û mêzekirina keça xwe re mijûl bûm, ji bo vê jî min di vê demê dawî de dest bi hûner kir. Ez beşdarî kursê bûm da ku rêgezên bingehîn ên hunerên xêzkirinê fêr bibim û jêhatîbûna xwe baştir bikim. Min bi boyaxa avê dest bi wênesaziyê kir. Ez ê bi hûnermend Maya Fares re û bi hûnera akrîlîk devam bikim.”
Afirîneriyê zêdetir dike
Dr. Arlette Abi Xelîl Abdom, bi salan li ser hûnerê porselenê xebatê dike û perwerde dik. ew dibêje, “Ji derveyî pisporiya dermankirina fizîk û ji pêvajoya coronayê ve, min dest bi hunerê xêzkirinê kir. Min ji zarokatiya xwe ve jê hez dikir. Min xwe li kursa porselenê qeyd kir. Ev sala min a 3’yan e. Jê re baldarî divê. Ji bo afirandina berheman, pêdivî ye ku mirov di jiyana xwe de kêfxweş bibe û hin tawîzan bide. Ez kesên derdora xwe teşwîq dikim. Sêwriandinên min pirr tên ecibandin. Ev jî dihêle ku baweriya min û afirîneriya min zêdetir bibe.
Her perçeyek behsa xwe dike. Li kêleka teknîkên hesas ên mîna platin, zîv, zêr, em li ser camê jî xêz dikin. Piştre parçeyên porselenê dixin firinê. Heta rengê dawî diyar dibe, di çend qonaxan re derbas dibe.”