Polîs dest danîn ser enstrumanan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Çile 2025 - 00:04

Polîsên bi ser BEKSAV'ê de girtin, derî şikandin û dest danîn ser enstrumanên Grup Vardiyayê.  

Polîsan îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Meclisa Jinên Sosyalîste (SKM) de girtin. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. 

Ji bo dosyayê biryara nepeniyê hatiye dayin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Estatîk Çand Hunerê (BEKSAV) de girtin. Serdegirtin, beriya agahiya rêveberên weqfê û parêzeran hate kirin. Di serdegirtinê de derî hatin şikandin û dest danîn ser enstrumanên koma muzîkê ya Grup Vardiyayê. 

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.