Piştî fermanê edebiyat

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Tebax 2022 - 22:00

  • Piştî lêkolîna me ya di vî warî de me dît ku bi Kurmancî birrek berhem li ser Şengalê hatine nivîsandin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi şêwezarê Soranî çend berhemên hêja hene ku bi mijara Şengalê daketine. Lê bi qasî ku me lê kola, bi şêwezarê Kirmanckî di vî warî de berhem derneketine holê.

Fermana Şengalê ya 2014’an bi gelek hêlên xwe tesîrek çêkir li ser xelkê. Nexasim dîmenên êrişên DAIŞ’ê yên hovane hîna jî li ber çavên gelek kesan in. Êş û azara civaka Êzîdî li Şengalê kişand, his û hestên gelek insanan fûrandin û wan xwest vê fermanê bi awayekî bînin ziman. Ji lewma, piştî fermanê di warê helbest, film û romanê de afirîneriyek derket holê û hin kesan hestên xwe yên derbarê fermanê de anîn ziman û xwestin vê birîna hezarê salan ya nekewiyayî bi rêya huner derman bikin yan jî qet nebe aş bikin. Di vê nivîsê de em ê berê xwe bidin wêjeya Kurdî û lê binihêrin ka bi Kurdî li ser Şengalê û fermanê, piştî fermana 3´yê Tebaxê çi berhem hatine afirandin.

Piştî lêkolîna me ya di vî warî de me dît ku bi Kurmancî birrek berhem li ser Şengalê hatine nivîsandin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi şêwezarê Soranî çend berhemên hêja hene yên ku bi mijara Şengalê daketine. Lê bi qasî ku me lê kola, bi şêwezarê Kirmanckî di vî warî de berhem derneketine holê. Heger hebin jî ew bi ber çavên me neketin û me ew nedîtin.

‘Selwa’ serpêhatiya keçeke Êzîdî

Romana “Selwa: Birîna Daxdayî Şingal” ya nivîskar Medenî Ferho ye. Ferho ku ew bi xwe jî Êzidiye, bi vê romana xwe daye pey serpêhatiya keçeke Êzidî ku di encama êrîşên DAIŞ’ê de hatiye revandin. Selwa keçeke “Êzdî” ye û ji “Şingalê” ye, ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê ve hatiye revandin, ligel keçên din yên Êzîdî ji destê çeteyên DAIŞ´ê kariye bireve. Hin ji wan keçan, di dema hewldana xwe de hatine kuştin, hinek ji wan jî xwe gihandine “Şingalê”.

Selwa keça Kurd, yek ji wan keçan e ku xwe gihandiye “Şingalê”. Pirtûk sala 2017’an ji Weşanên Do derçûye. 

Romana ‘Şengal’ ê

Luqman Silêman nivîskarekî ji Qamişloyê ye û li Elmanya dimîne. Romana wî ya bi navê “Şengal” sala 2018’an ji Weşanxaneya J&J derçû. Roman bi Kurmancî ye û ji 317 rûpelan pêk tê. Luqman Silêman êrişên qirêj yên DAIŞ’ê di nava romana xwe de hûnaye. Dilnas Berazî ku pêşgotina romanê nivîsiye dibêje, “Ev berhem hema-hema hemû taybetmendiyên ku di nava civaka Kurdên Êzîdî de hene, ji alîyê civakî, çandî, evînî, dîrokî û olî ve, bi rengekî pir zelal aşkere dike. Her wiha ev berhem, hemû taybetmendiyên hêza DAIŞ’ê hov ku pişta xwe didane ola Îslamê û nijada Ereban a dagirker li ser axa Kurdistanê bi şêweyekî dirokî û zanistî li ser zar û zimanê walî û emîrên wan e ku bi kiryarên kuştin û talana Êzîdîyan radibûn, hemûyan vedibêje.”

Vejîna çilmêran û parastina Çiyayê Şengalê

Romana bi navê “Şengal, vejîna çilmêran” ya nivîskar Azad Ararat jî sala 2018’an ji Weşanxaneya Aryenê derçûye. Wî di vê romana xwe de behsa çil mêrên ku Çiyayê Şengalê diparêzin kiriye. Şêx Adî ji Lalişê çil mêran dişîne Çiyayê Şêngalê da ku Şerfedînê biparêzin. Yê ku ji van çil mêran re serkêşiyê dike Brahîm e. Her çil mêr tên ba Şerfedîn. Ji wan re tê gotin, Behdîn ango Xwebexş. Ew çil mêr, Şerfedîn û Çiyayê Şengalê diparêzin. Ji deverên Çiyayê Şengalê jî mêr dihatin Çilmêran. Li Çilmêran şêx û pîr li hev diciviyan. Ji wê demê pê ve li ser serê girê Çilmêran qube tim hebûye. Di qubeyê de serderî (micêwir) disekinin. Ew xwedî li qubê derdikevin û çirayê pê dixin. Li vir hêja ye mirov bibêje ku Azad Ararat esas Kirmanc e, lê terîch nekiriye ku romanê bi Kirmanckî binivîse. 

Jinên winda yên Êzîdî

Nivîskar Yildiz Çakar jî di romana xwe ya “Ev rê naçe bihuştê” sala 2019’an ji Weşanxaneya Lîsê derxist. Roman behsa jinên winda yên Êzîdî dike. Kurteyek ji danasîna vê romanê wiha ye; “Ev rê naçe bihuştê, neçîrokeke windabûnê ye ku ji pênûsa Yildiz Çakarê darijîyê ser kaxiz û bûye vegotineke romanî û hatiye li ber me xwe telandîye. Ev Rê Naçe Bihuştê, romana jinên winda, jinên kurdên êzdî ye ku tiştên hatî serê wan wek qewam her roj bi ber guhê me dikevin. Ew ji me re dibêje; ‘Ger hebe hestekî we yî heyînîyê divê hûn nikaribin rakevin li pêşberî vê neyînîyê…’ “

‘Ma tiştek bi Şengalê hatiye?’

´Ma tiştek bi Şebgalê hatiye´ navê pirtûka kurteçîrokên Ronî Stêrk e. Pirtûk sala 2020’an ji Weşanxaneya Lîsê derketiye. Her wekî ji navê wê jî dîyar e, çîrokên êş û karesata ku bi êrîşa xedar a DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de pêk hat, dibêje. Her çîrokek, ji awirê ruhekî ve, ji awirê dilekî ve, ji awirê jinekê, ji awirê mêrekî, ji awirê dîtinekê, ji awirê bîrûbawerîyekê ve tê gotin. Û bi her çîrokê re em êşên dîtir dibînin. Piştî şikandina DAIŞ´ê li Baxozê, ji zarokên Êzîdî yên hatin rizgarkirin, yekî ji rojnamevanan dipirsî “Ma tiştek bi Şengalê hatiye?” Çîroka li ser meselê navê xwe li kitêbê kiriye.

‘Şîna Şengalê’

Îhsan Colemêrgî bi pirtûka xwe ya bi navê “Şîna Şengalê” dîroka ol û gelên li herêmê bi kurtayî tîne bîra me û piştî wê jî behsa “Êzdîtî” û “Êzdîyan” dike. Nivîskar ji bilî dîroka olan û gelan behsa serdema avakirin, dagirkirin û belavbûna DAIŞ’ê jî dike. Di mijarên dagirkirin û belavbûna DAIŞ’ê de hûn ê hûrgilîyên kuştin, revandin, ferzkirina terikandina dînê xwe û firotina jinan bibînin. Nivîskar di vegotina dagirkirina gund, bajarok û navçeyên Şengalê, qirkirin û jinrevandinan de bi pirranî ji serî heta dawiyê behsa serpêhatîyên jineke ku hatiye revandin û gelek caran hatiye firotin dike. Ev pirtûk jî sala 2021’ê ji hêla Weşanxaneya Lîsê hatiye çapkirin û zimanê wê Kurmancî ye.

‘Xemeke giran e Şengal’

Rojhat Xemgîn ku ev 24 sal in di hepsê de ye, bi pirtûka xwe ya pêşîn “Xemek giran e Şengal” a ku sala 2015’an ji Weşanxaneya Sîtavê derçûye dilê xwe li helbestê rehet dike. Rojhat Xemgîn demeke dirêj e ku bi Kurmancî dinivîse û wî bi vê pirtûka xwe xemxuriya xwe ya derbarê Şengalê de bi riya helbestan aniye ziman. 

Soranî li ser Şengalê

Ji bo em hîn bibin bê ka li Başûrê Kurdistanê bi şêwezarê Soranî çi pirtûk li ser Şengalê û fermana Êzidiyan derçûne, me xwe gihand wergêr Rêbîn Mihemed. Rêbîn Mihemed çend pirtûkên ku bi şêwazarê Soranî li Başûrê Kurdistanê çap bûne wiha rêz kir; romana “Tutî” ya Neberd Fuwad sala 2015’an, romana Aram Heme ya bi navê “Pelatînkên Tarîtiyê” sala 2017’an, romana “Şengal, hay li minê” ya Kerîm Kake sala 2019’an, romana “Laleyên Lalişê” ya Kameran Xoşnaw sala 2019’an, romana “Koço, fermana reş” ya Hesen Îbrahîm sala 2019’an, romana “Maziyarê Şengalî” ya Nebez Goran sala 2019’an û pirtûka helbastan ya bi navê “Tawisên Laleşê” ya Fereydûn Saman a sala 2021’ê derçûne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.