Dîmenên destpêkê ku sala 1896'an li paytexta Macaristanê Bûdapeşteyê hatine girtin, niha vegeriyan Bûdapeşteyê ji bo ku bên dîjîtalkirin.
Ev dîmen, sala 1896'an ji aliyê şîrketa birayên Lumiere ve hatin girtin ji bo bipêşvebirina sektora sînemayê. Negatîfên orjînal ên filmê li Fransayê, li arşîva Şirketa Lumiere a li Lyonê bûn.
Dîrektorê Înstutiya Filman a Macaristanê, Gyögy Ráduly got, "Piştî 125 salan negatîfên orjînal ên filmê yekemcar tên Macaristanê. Dîmen bi amûrên birayên Lumiere hatiye girtin. Dîmenên kolan û meydanên tûrîstîk ên Bûdapeşteyê hatine girtin."
Film wê bi amûreke bihayê wê qederê milyonek Euroyî bê dîjîtalkirin. Berê kopyayeke gelekî nebaş a filmê hebû, niha wê li şûna wê kalîteyeke bilind hebe. Berpirsyarê koleksiyonê Márton Kurutz jî got, "Divê neyê jibîrkirin ku film berê li fûaran dihate nîşandan. Ji bo projeksiyona filmê, polîsan destûra kar didan mirovan ji bo fûaran. Kon dihatin vedan û film dihatin nîşandan."
Negatîfên filmê piştî ku hatin dîjîtalkirin wê li Fransayê bêne vegerandin. Filmê wê ji 28´ê Tîrmehê û pê ve di çarçoveya Pêşangeha Dîroka Filman ya Macaristanê li Muzeya Ludwig a li Bûdapeştê bê nîşandan.
BÛDAPEŞTE