‘Pişîka Min’ bigihînin xwendekaran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 21 Adar 2024 - 09:11

Weşanxaneya Nûbiharê ku kampanyayeke bi navê “Kampanyaya 25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb!”  dabû destpêkirin îro yanî 21 ‘ê Newrozê bi dawî dibe.

Nûbihar dibêje werin em bi hevre “Pişîka Min” bigihînin ber destê hemû zarokan û daxuyanike wiha wiha da;

 “Gelî dildar û dilsozên Kurdî! Heta 21’ê Adarê Newroza îsal (2024) ji bo xwendekarên dersa hilbijarî ku teqrîben 25 hezar kes in, em ê vê kitêba Mîkaêlê Reşîd ‘Pişîka Min’ wekî diyarî bişînin. Di vê kampanyaya 25 hezar xwendekar 25 hezar kitêb de em li benda piştgirî û diyariyên we ne. Her sîparîşa ku hat dayîn wekî navnîşan ‘ji bo xwendekarên dersa hilbijarî’ bê nivîsandin, bes e. Em ê li ser navê we piştî cejna Newrozê ji hemû xwendekaran ra wekî diyarî bişînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.