Pirtûkxaneya jinên rewşenbîr hat vekirin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Adar 2022 - 22:06

  • Pirtûkxane ji aliyê Rêxistina Viyan a ji bo bidestxistina mafê jinan diyarî jinên Kerkukê hat kirin.

Bi boneya 8'ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkukê, li tenişta Navenda Rewşenbiran a bajêr a li taxa Îskan, pirtûkxaneyeke taybet ji bo jinan bi navê Pirtûkxana Jinên Rewşenbîr hat vekirin. Pirtûkxane ji aliyê Rêxistina Viyan a ji bo bidestxistina mafê jinan diyarî jinên Kerkukê hat kirin. Di merasîma vekirina pirtûkxaneyê de gelek jinên çalakvan, hunermend û hejmarek kesayetên rewşenbîr û nûnerên rêxistinên bajar amade bûn.

Der barê armanca vekirina pirtûkxaneyê de berpirsa Rêxistina Viyan, Fenar Faruq got, "Me ev pirtûkxane vekir da ku jin karibin li cihekî kom bibin û her wiha jin karibin hişyar bibin û jinên bajar karibin di pirtûkxaneyê de lêkolînê bikin. Me li Kerkûkê cihek nîne ku jin lê li hev kom bibin. Jinên bajarê Kerkûkê ji ber çanda bajarê Kerkûkê rê nade jin biçin cihên komî, ji ber wê me xwest cihekî weke pirtûkxaneyê vekin. Li vê derê peyama me ev e ku pirtûkxane bi vî awayî me li Kerkukê vekiriye û ne pirtûkxaneya dawî ye."

KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.