BERÇEM CÛDÎ / NÛJÎNHA / KOBANÊ
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pirtûkxaneya Cangoriyên Berxwedana Kobanê di 7'ê Tîrmeha 2019'an de bi şahiyeke girseyî vekir. Pirtûkxaneya li taxa şehîd Peyman, 11 hezar û 850 pirtûkên zanistî, olî, roman, çîrok, lêkolîn, zarok, jin, bîrdozî, dîrokî, çandî, rojnemegerî, mûzik, Folklor, felsefe, perwerde, wêje, aborî, zanist, destan, helbest, şano, ziman û jiyanê bi zimanên Kurdî, Erebî, Soranî, Tirkî û Îngilîzî dihewîne. Her wiha ji bo ku xwendevan bi rengekî rehet bixwînin, odeyên cuda yên xwendinê hene.
Berpirsa pirtûkxaneyê Zehra Ehmed Teyfûr ku ji beşa zanista psîkolojiyê derçûye, behsa girîngiya xwendinê û hebûna pirtûkxaneyan kir.
Zehra Teyfûr çavdêriyên xwe yên di warê belavbûna çanda xwendinê li Kobanê de bi vî awayî rave kir; “Li gorî çavdêriya min, berê li Kobanê çanda xwendinê lawaz bû, lê di van salên dawî de bipêşketinên ber bi çav hene ku hejmareke mezin berê xwe dide pirtûkxaneya me. Di pirtûkxaneyê de em dengê xwe nizim dikin, lê mêjiyê mirovî bi pêş dikeve. Pirtûkxane ji 8’ê sibehê heta 9’ê êvarê vekiriye. Her wiha em bi serdêrên xwe re sohbet jî dikin, pirsên wan hebin dibersivînin û daxwazên wan ên taybet jî bi cih tînin."
Odeyên taybet ji bo xwendinê
Dema mirov di nava pirtûkxaneyê de digere, du beş bala mirovî dikşînin ku di nav de odeyeke taybet ji bo pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye veqetandin. Her wiha ji pirtûkên derbarê mijarên girêdayî jinê de hatine nivîsnadin, beşek hatiye avakirin. Derbarê vê yekê de jî Zehra Teyfûr got, "Di pirtûkxaneyê de odeyeke taybet heye ku navê wê Ocalan e. Ev beş taybet ê parêzname, pirtûk û lêkolînên Rêber Apo ye ku nêzî 60 pirtûkan dihewîne. Xwendevan ji pirtûkên Ocalan sûdeke mezin digirin. Her wiha beşa jinê jî heye ku me xebateke berfereh ji bo wê meşandin. Girîng e ku di pirtûkxaneya me de beşa pirtûkên jinê hebe, bi taybetî jî gelek xwendevan û em berpirsyarên pirtûkxaneyê jî jin in. Me xwest bi riya vî beşî astengî, têkoşîn û destketiyên jinan werin naskirin û jin jî bi riya vê beşê bersivên lêgerînên xwe bibînin."
Pirtûk gul in divê hişk nebin
Zehra Teyfûr hestên xwe yên di dema xwendina pirtûkan de jî bi vî awayî derbirî: "Mirov bi riya xwendina pirtûkan, cîhanê nas dike û asoyên xwe berfereh dike. Dema ez radihêjim pirtûkê, ez hîs dikim ku pirtûk gulek e û ji bo hişk nebe, ez wê av didim. Xwendina pirtûkan jî weke girekî bi mirovî digire, mirov êdî nikare dest jê berde. Bi riya van pirtûkan em ê jiyana jinan bi pêş bixin, civakê sererast bikin û kesayeta zarokan ava bikin. Li gorî min pirtûkxane, perestgeheke bîrdozî ye ku dermanê pirsgirêkan hemûyan e."