Pirtûkekê bîne û yekê bibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:48

Li bajarê Silêmaniyê bi armanca Roja Pirtûkan a Cîhanê, cara 3’yan Festîvala Pirtûkan bi sernavê ‘Pirtûkekê bîne û pirtûkekê bibe’ hat lidarxistin. Di festîvalê de 2 hezar pirtûkên cuda hatin nîşandan û li rastî eleqeyeke mezin ya pirtûkhezan hat.

Yek ji organîzerên festîvalê axivî û got; “Em salane di meha Nîsanê de û di heman demê de di Roja Pirtûkan a Cîhanê de vê festîvalê lidar dixin. Di vê festîvalê de em sûd ji pirtûkên ku xwîner pêşkeşî me dikin û em jî pêşkeşî we dikin, werdigirin. Di vê festîvala îsal de, me bi qasî du hezar pirtûk anîn festîvalê û xwende jî dikarin bi bexşîna pirtûkekê bibin xwediyê pirtûkeke nû û sûd jê bibînin.”

Her wiha Rêkewt Îsmaîl jî derbarê armanca lidarxistina vê festîvalê de got; “Armanca me ya lidarxistina vê festîvalê pêşxistina çandê, xwendina pirtûkan kirina weke çandekê ye. Her wiha me hewl daye hemû cûrên pirtûkan yên weke pirtûkên li ser dîrok, felsefe, wêje, siyasî, erdnîgarî û wkd, pirtûkên zarokan di vê festîvalê de pêşkeşî xwîner û pirtûkhezan bikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.