Çend jinên endamên “Yekitiya Jinên Kurdistanê” ev qederê du mehan e ku Projeya çanda pirtûkxwendinê dane despêkirin. Heta niha çar caran jinên ciwan li pirtûkxaneya “Tewar” kom bûne, di her kombûnê de qederê 20 jinên ciwan beşdar bûne û paşê jî li ser pirtûka xwendine, nîqaş kirine.
Her hefte pirtûkek
Sanya Kamil endama projeye çanda pirtûkxwendinê û rêvebera pirtûkxaneya Teware ye. Li ser projeyê ew dibêje, “Armaca me ew e ku ciwan pirtûkan bixwînin. Ji ber wê jî di nava hefteyê de em çend pirtûkan diyar dikin û yekê ji wan hildibijêrîn û piştre jî li ser wê pirtûkê nîqaşan dikin. Em dixwazin ciwanên zêde medyaya djîtal û telefonê destan bi kar tînin, berê xwe bidin pirtûkan û xwendinê, bibin hevalên pirtukan, ne tenê pirtûk, dibe ku bi hev re li ser filmekê yan jî kurteçîrokekê jî niqaşê bikin. Me hefteyê rojek ji bo çalakiya xwe ya xwendinê veqetandiye û her hefte em rojekê li ser pirtukekê nîqaşê dikin.”
Ev proje gelekî girîng e
Yek ji beşdaran, xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Silêmaniyê Sêwe Yasîn e. Ew wiha behsa girîngiya xwendinê dike: “Ez bi xwe, bi qasî ku bikarim, ez ê beşdar bibim, ji ber ku ev projeye gelekî girîng e û pêwîstiya jinan zêdetir bi xwendinê heye û gelekî girîng e ku jin pirtûkan bixwinin.”
JINHA/SILÊMANÎ