Pirtûka rengê pirtikên çûkan

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 18 Îlon 2022 - 21:03

  • Mirov ji ber xweşikiya pirtik û perrikên çûkan, tim bûne heyranê wan û ew pirtik bi awayekî cûr bi cûr bi kar anîne.

Mirov ji ber xweşikiya pirtik û perrikên çûkan, tim bûne heyranê wan û ew pirtik bi awayekî cûr bi cûr bi kar anîne. Serdemekê ew moda bûn û gelek kesan ew perik weke nîşaneyeke  biesilbûnê jî didîtin. Mirovan nexasim jî çûkên ku kêm dihatin dîtin, perikên wan bi xwe ve dikirin. Lê heman mirovan, gelek caran nikaribû wan rengên bi dilê xwe bidîtana û mecbûr diman rengên spî yên perikan ku zêdetir rengên spî hebûn, boyax bikin. Ji bo rengên cûda derxin holê jî gelek boyax bi kar dianîn, heta ku rengên dixwestin derxistana holê. Vê yekê zêde zor dida wan û nikaribûn rengên dixwazin bi dest bixin. 

Di sedsala 20’an de nimûneyeke pirtûka perrik û pirtikên çûkan hate çapkirin. Di vê pirtûkê de 143 pirtikên çûkên cûda hebûn. Navê pirtûkê “Shades on Feathers (Siyên rengên pirtikan)” e û pirtûk rengê van pirtikan yek bi yek rave dike û nîşan dide ka dê çawa ev reng werin bidestxistin.

Pirtûka “Shades on Feathhers” di vî warî de pirtûkeke tekane ye û kêm pirtûkên wiha bi hurgilî hene. Mirov dikare bibêje koleksiyoneke mezin û fireh ya pirtikan di vê pirtûkê de heye. Wisa tê zanîn ku ev pirtûk ji hêla “The Bayer Company” ve di navbera salên 1913 û 1918’an de hatiye berhevkirin. Ev pirtûk beriya “Peymana Çûkên Demsalî” ya ku nêçîra çûkên demsalî qedexe dikir, hatibû amade kirin.

Di pirtûkê de gelek pirtik hene ku bi destan hatine boyaxkirin û agahiyên derbarê rengê wî pirtikî de li hember pirtik hatiye nivîsandin. Ji bo mirov karibin heman rengî derxin holê, li kêleka pirtikan nîşe jî hatine bicihkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.