Pirtûka pêşmergeyeke têkoşer

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 00:56

Li Silêmaniyê pirtûka ku qala çîroka jiyana jineke Kurd a têkoşer li bajar û çiya dike, bi amadebûna rêjeyek berçav ji nivîskar, siyasetmedar û jinan ve hate nasandin.

Li hola Xak ya li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna rêjeyek berçav ya rewşenbîr, nivîskar, pêşmergeyên dêrîn û rojnamevanan de, pirtûka jina pêşmerge û têkoşer ya ji Hizba Komînst a Kurdistanê Sinewber Îsmaîl Nesrullah, bi merasîmekê hate nasandin û belavkirin.

Pirtûka Sinewber Îsmaîl Nesrullah bi navê ‘Ji bo wê zindî bin’ ji aliyê Dezgeha Rewşenbîrî ya Kerîm Alek ve hate çapkirin.

Di merasîmê de qala beşek ji jiyana nivîskar û pêşmerge Sinewber Îsmaîl Nesrullah hate kirin. Sinewber di temenê xwe yê zarokatî de bi piştgiriya bavê xwe dest bi xwendinê dike û dikeve nav wêjeyê. Di temenê xwe yê 15 salî de diçe nav rêzên rêxistina Hizba Komînîst a Kurdistanê. Piştî demekê dibe pêşmerge û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Salekê jî li ser daxwaza partiyê ji bo karên rêxistinê diçe dervey welat.

Tevahiya pirtûka ‘Ji bo wê zindî bin’ li ser serpêhatî, pêşmergayetî û buyerên giran yên di jiyana nivîskar Sinewber de qewimîne pêktê.

Di dawiya merasîmê de pirtûka nivîskara têkoşer piştî îmzakirinê li beşdarvanên amade hate belavkirin. Her wiha beşek mezin ya beşdarvanan gul û wefadariya xwe pêşkêşî nivîskar Sinewber Îsmaîl Nesrullah kirin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.