Pirtûka Şepolî Tole (Pêla Tolê) ji bo bibîranîna Şehîd Milîtan Cudî ji aliyê Navenda Ragihandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ve hate çapkirin û belavkirin.
Navenda Ragihandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ji bo bibîranîna Şehîd Milîtan Cudî (Hêja Elî Hisên) yê ku sala 2019’an li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû, Pirtûka Şepolî Tole (Pêla Tolê) çap kir û belav kir.
Di beşa yekem a pirtûkê de gotar û nivîsên Şehîd Milîtan hene. Di beşa duyemîn de qala têkoşîna wî tê kirin. Beşa sêyemîn bi kar û xebata Şehîd Milîtan a ji bo bipêşxistina ragihadina azad û demokratîk dadikeve. Di beşa dawî de jî hestên hevrêyên wî cih digirin. Di dawiya pirtûkê de albûma wêneyên Şehîd Milîtan heye.
NAVENDA NÛÇEYAN