FIRAZ BARAN / LIEGE
Hemîd Ûrmiye sê pirtûk nivîsandine: "Axîn û Nalîna Beytocan" (2021), "Dengbêj Zahiro" (2023) û "Hunera 55 Salan Dilovan" (2023).
Ew dengbêj e û wî li Zanîngeha Hewlêrê beşa muzîkê xwendiye. Ango di nav kevneşopiyê hatiye û fêrî metodên îlmî jî bûye. Her wiha bi salan wek rojnamevan, di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de kar kiriye. Hemîd Ûrmiye ev çar sal in li Belçîkayê dimîne. Pirtûkên xwe li vî welatî nivîsandine. Niha li ser pirtûkeke nû kar dike. Mijara ku hilbijartiye, jiyan û stranên dengbêj Mamê Birê ye. Me xwest em guhê xwe lê pel bikin û zanibin ka lêkolîna wî ya nû çi ye. Loma em li bajarê Liege bûn mêvanê wî. Hemîd Ûrmiye got: "Mamê Birê sala 1968´an heta 1973´yan li Radyoya Ûrmiyê, 348 stran gotine û tomar kirine. Zedeyê wan jî wî bi xwe çêkirine. Ez ê di pirtûkê de stranên wî û jiyana wî binivîsim."
Kurtejiyana Mamê Birê
Hemîd Ûrmiye kurteçîroka jiyana Mamê Birê wiha tîne ziman: "Mamê Birê 1928´an li gundê Bavanê yê ser bi Soma Biradosta (ser bi bajarê Ûrmiyê) ji dayîk bûye. Hê piçûk e dest bi dengbêjiyê kiriye û dengê wî li her dera Kurdistanê belav bûye û bûye dengbêjekî bi nav û deng. Di sala 1954an de bi Zahîde Xanimê re zewiciye. Pênc kur û sê keçên wan çêdibin. Mamê Birê heta 60 saliya xwe stran gotine. 15´ê Sibata 2000´î li gundê Coniyê li herema Biradostê koça dawî kiriye. Ew di nav gel de wek Xalê Birê jî tê nasîn. Fermî jî navê wî Birahîm Newrozî ye."
Mamê Birê ji eşîra Ebdoyî ye. Di wê serdemê de Tahirxanê Simkoyê Şikakî, mezinê Ebdoyiyan bûye. Mamê Birê jî yek ji dengbêjên dîwana Tahirxan bûye. Wê çaxê jî Tahirxan peşmergeyê Hizba Demokrat bûye.
Radyoyên Rojhilat
Di sedsala 20an de radyoyên wek Qasrî Şîrîn, Tahran, Ûrmiye û Mahabadê bi hezaran stranên bi Kurdî tomar kirine. Hemîd dibêje. "Ji bilî Mamê Birê; li radyoya Ûrmiyeyê, Îran Xanim, Ehmed Ehmedî, Eshed Herkî û gelek dengbêjên din jî stranên xwe tomar kirine. Arşîveke dewlemend ji bo hunerê kurdî li radyoyê pêk anîne."
Mamê Birê demekê bûye peşmergeyê PDK-Îranê. Li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê şer kiriye. Dîsa zindanên dewleta Îranê û xeribiya li Stenbolê jî dîtiye. Loma Hemîd Ûrmiye dibêje, "Ji bo pirtûkê min sed stran hilbijartin. Ez ê analîzên hinek stranan û bibîranînên wî yên çiya, Stenbol û zindanê binivîsim."
Dengbêjên Ûrmiye
Em li ser dengbêjên bajarê Ûrmiyê jî axivîn. Dengbêjên sereke yên sedsala 20´an ên Ûrmiyê ev bûne: Mamê Birê, Îran Xanim, Qadirê Sofyanî, Kawîs Mîlanî, Elî Hewsed, Ebdila Hewsed, Hemîd Yûsivî û Elî Nazdar Şaswar, Ebdûlbaqî, Mistafa Xeylanî û Memed Emîn Hatemî.
Hemîd Ûrmiye qala dema li xerîbiyê ya Mamê Birê jî kir û got, "Mamê Birê di serdema Şakiro, Hecî Ebdilkerîm û Reso dengbêjî kiriye. Hevaltiyeke taybet di navbera Mamê Birê û Şakiro de, her wiha dengbêj Zahiro û Hecî Ebdilkerîmê Panosî de hebûye. Li gel dengbêj Şakoro jî di kasetekê de bi hev re stran gotine."
Naveroka stranên wî
Stranên wî li ser gelek mijaran in, lê helbet wî li ser doza Kurd û Kurdistanê hene. Yek ji wan stranan ev e:
Herê lê delalîyê Îran e ji dilê min ra xweş Îran e
Li girê Gilîdaxê bigire heyanî Kirmaşanê Kurdistan e
Min dît van eşîra kon û çît û perdê xwe vê lêvedane
Mamê Birê piştî ku vê stranê dibêje bi mehan, ji hela dewleta Îranê ve tê girtin û cezayî zindanê lê tê birrîn.
Her wiha li ser eşqa bêmiraz jî wî gelek stran çêkirine. Weke nimûne wî “Delaliyê” li ser evîna xwe gotiye.
Îran e Xweş Îran e
De lêlê, lê lê lê, lê lê lê, lê lê lê, lê wayê
Herê lê delalîyê Îran e ji dilê min ra xweş Îran e
Li girê Gilîdaxê bigire heyanî Kirmaşanê Kurdistan e
Min dît van eşîra kon û çît û perdê xwe vê lê vedane
Min bala xwe dayê min dît qolê zerî esmera li hev civiyane
Hindî ez çavê xwe digerînim nagerînim
Yêke bînanî delalîya dilê min ne nav da ne
Lê lê lê lê lê lê lê wayê
Min nedîtin zortir bela li vê belayê
Aşiq feqîr be, meşûq sahib qudret û celal be li dinyayê
De lêlê, lê lê lê, lê lê lê, lê lê lê, lê delaliyê
Herê lê delaliyê tu li bejna xwe da şebahetê dikî fesla biharê pir delal î
Ez nizanim bêjim tu Gul î ya Sosin î, ya Beybûn î ya Helal î
Tu û xwedê tu were çoka xwe danê erdê rex çoka min evdalî
Min devê xwe kire xal û xetê gerdenê
Bi eşqa ramûsana qîza wî kurmalî
Berê sibê ra ez bûm xurtekî çarde salî
Lê lê lê lê lê lê lê wayê
Min nedîtin zortir bela li vê belayê
Aşiq feqîr be, meşûq sahib qudret û celal be li Dinyayê
De lêlê, lê lê lê, lê lê lê, lê lê lê, lê delaliyê
Herê lê delaliyê bejna te kulîlka zozana
Rewşa eşîrê ye Gula ber derîya
Gelî hevalno sîngê keleş gewra min sipîye bînanî berfa ser kewîya
Lê memikê xelka min ya têlî delal bîna sêva av ser mêta
Mirov bigire ji keyfa dilê xwe û temasê ra danê taxçê otax û tenebiya
Tobe kurmal çavê min li derê mala bavê te qerimî
Ez evdalê xwedê fenanî findidanê diheliyam
Lê lê lê. lê lê lê lê wayê
Min nedîtin zortir bela li vê belayê
Aşiq feqîr be, meşûq sahib qudret û celal be li Dinyayê