Pirtûka 2 jinên Skoç a li ser Rojava

Nûçeyên Dîaspora

În 11 Tebax 2023 - 02:17

Pirtûka Jenni Keasden û Natalia Szarek ên ji Skoçyayê, ku li ser Şoreşa Rojava nivîsîn, bi civînekê dane nasandin. Civîna danasîna pirtûka bi navê "Worth Fighting for Bringing the Rojava Revolution Home" li paytexta Skoçya Glasgowê hate lidarxistin.

Di kombûna danasînê de ku gelek Ingiliz û Kurd amade bûn, nivîskar Jenni Keasden û Natalia Szarek pirtûka xwe îmze kirin û qala qonaxên lêkolîn û nivîsandina pirtûkê kirin.

Herdu jinên Skoçî ku 3 salan li Rojavayê Kurdistanê man, fêrî zimanê Kurdî jî bûn. Ji nivîskarên pirtûkê Jenni Keasden ji ANF'ê re qala faktorên li pişt nivîsandina pirtûkê kir.

Jenni Keasden got, "Min û hevala min Natalia me pirtûkek li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê nivîsî. Armanca me ew e ku em tecrûbeya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo raya giştî belav bikin û ji bo vê yekê jî ya baş ew e ku em Rojavayê Kurdistanê fêhm bikin. Armanca pirtûkê ew e ku rêxistinên çepgir ên şoreşger ên Ewrûpayê sûdê ji tecrûbeyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wergirin û hevkarî û piştgiriya wê bikin."

 

Bi zimanekî sade û rehet 

Nivîskar her wiha diyar kir ku Kurdan bi têkoşîna xwe têra xwe li cîhanê deng vedane û got, "Bi vê pirtûkê me xwest dengê xwe tevlî dengê Kurdan bikin û em tecrûbeyên xwe bi wan re parve bikin."

Der barê naveroka pirtûkê de jî nivîskar wiha qise kiriye: "Bi rastî zimanê pirtûkê zimanekî giran nîne, bi zimanekî gelek sade hatiye nivîsîn. Piraniya wê ji tecrûbeyên hevalan (şervanan) pêk tê û beşeke wê ya zêde jî di wexta suhbetên rojane yên çayvexwarinê de hatine tomarkirin da ku em bikarin bi zimanekî sade û rehet şoreşa rojavayê Kurdistanê û xweşikiyên wê ji bo gelê Ewrûpa û dinyayê vebêjin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.