• Raul Colque dibêje, “Di rêwîtiya Machu Pichu de kesên herî zêde diwestin û barê giran radikin ev karker in lê wan hîna jî Machu Pichu nedîtiye.” Ji ber wî bi vê rastiyê dizanîbû tiştekî balkêş pêk anî û 65 karkerên ku di şirketa wî de dixebitîn, tevî malbatên wan weke turîst bir serê çiyayê Machu Pichu.

Her sal qederê milyonek û nîvê insan diçin Perû da ku çiyayê “Machu Pichu” bibînin. Şaristaniya Înka di sedsala 15’an de li serê Machu Pichu bajarekî piçûk ê bêhempa ava kiriye. Xanî û zanîna wan a derbarê avahîsaziyê de hîna jî xelkê matmayî dihêle û kes baş tê dernaxe, bê wan bi çi awayî ev xaniyên bêhempa, bi van keviran ewqasî bi rêk û pêk li serê çiyayê Machu Pichu çêkirine. Ji lewma, cihekî taybet û navdar e li dinyayê û her sal bi hezaran turîst diçin serdana Machu Pichu (Maçû Pîçû tê xwendin). 

Ji ber çiyayê Machu Pichu asê ye û seyare nikarin derkevin serê çiyê, kesên biçin wir, mecbûr dimînin bi çiyê ve hilkişin. Wekî din bikaranîna ker, hêstir û lamayan jî qedexe ye. Dema turîst diçin wir, kesên ku bi heqê xwe alîkariya wan dikin û malzemeyên wan hildigirin hene. Yanî gava hin kes diçin serdana Machu Pichu û kon datînin û li wir dimînin, ev kes bi wan re mijûl in. Bi zimanê herêmê ji bo kesên tên serdanê dibêjin “grîngos”. Ew ji bo van “grîngos”an weke karkerên demsalî dixebitin. Civaka “Quechua” ku ew jî parçeyekî şaristaniya Înka ne, naxasim bi vî karî re mijûl in û debara xwe bi vî awayî dikin. Ew nêzî wê herêma Machu Pichu li deştê ne, pirraniya wan sewalvanî û cotkariyê dikin, lê heta niha wan Machu Pichu qet nedîtiye! 

Tenê ji bo kar di şivereyên asê de malzemeyan li pişta xwe dikin û bi çiyê ve hildikişin. Dema turîstan dibin ber deriyê çiyê yê bi navê “Deriyê rojê” nakevin hundir. Li wir dimînin hetanî ku turîst vedigerin. Li vegerê jî dîsa ew hevaltiya wan dikin û wan heta jêr tînin. Ji xwe pereyên ku distînin jî têrê nake ku bikevin hundir. Ji ber ku heqê bilêtekê ji pereyên ku rojekê distînin, bihatir e!

Machu Pichu qet nedîtibûn

Raul Colque ku yek ji xwediyê şirketa bi navê “Inca Trail” e, beriya şirketê ava bike, wî jî ev karî dikir û wî baş dizanîbû ku van karkerên demsalî qet Machu Pichu nedîtine. Ew bi xwe jî ji civaka Quechua ye. Ji ber wê, wî tiştekî balkêş kir û 65 karkerên ku di şirketa wî de dixebitîn, tevî malbatên wan weke turîst birin serê çiyayê Machu Pichu. Vê carê, rêberên ku her car turîst digerandin, bûn karker û di şivereyan de alîkariya wan kirin. Ev malbat cara yekem bû ku çav bi vê şaristaniyê, ango mîmariya xweşik û bi rêk û pêk diketin. Civaka Quechua parçeyekî vê şaristaniyê bû û ev cih nîşaneya çanda wan a qedîm bû. Lê ji ber derfetên wan nîn bûn, wan Machu Pichu qet nedîtibû.

Ji lewma Raul Colque dixwest vê rêwîtiya balkêş bike. Di vê rêwîtiyê de wênegira bi navê Susan Portnoy jî hebû û wê ev rêwîtî bi wêneyan kire belge. 

Dîrok behsa wan nake

Raul beriya biryara vê rêwîtiyê bide, Susan Portnoy pê re dikeve têkiliyê û Raul jî jê re dibêje, “Di rêwîtiya Machu Pichu de kesên ku herî zêde diwestin û barê giran radikin, ev karker in, lê wan hîna jî Machu Pichu nedîtiye.” Ji lewma ev yek ji Portnoy re balkêş e û dixwaze vê rêwitiye bi wênayan nîşan bide. Portnoy dibêje, “Ev karê ku Raul dike, jidil jî hêja ye. Ew dixwaze civaka Quechua hay ji dîroka pêşiyên xwe hebe û ji ber vê yekê, ev rêwîtî organîze kir. Ew her tim weke karker dixebitîn lê ji bo carekê be jî dîtina Machu Pichu mafê wan e jî. Ji ber Quechua neviyê Înkayan bi xwe ne. Lê li gorî rêbera min Pamela Rivas dibêje dîroka wan di mufredatên dibistanên fermî de tine ye û kes behsa wan nake.” 

Rol hatibûn guhertin

Susan Portnoy hin çavdêriyên xwe yên di rêwîtiyê de jî parve dike: “Di vê rêwîtiyê de rol hatibûn guhertin. Rêberên her car ên ku turîst digerandin, vê carê bi lojîstika van 65 kesan re mijûl bûn, xwarin dan wan û barên wan hilgirtin. Di navberê de jî ji wan re behsa dîroka Înkayan dikirin. Dema em derketin serê çiyayê Machu Pichu, destpêkê reaksiyona her kesî nîşan dan û bûbûn heyranê menzereya şaristaniyê.

Lê her ku wext derbas bû, wan gelek pirs pirsîn derbarê dîroka Înkayan de. Diyar bû ku ev organîze wan kêfxweş kiribû. Gelek wêneyên xwe girtin û bi dîroka xwe serbilind bûn.”

MACHU PICHU