Pilingekî li Hewselê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Tebax 2021 - 04:01

Lokman Ayebe, piştî demeke dirêj, kitêbeke din weşand. Ev kitêba wî ya kurteçîrokan ji Weşanxaneya Avestayê derketin.

Kitêba Lokman Ayebe ya bi navê “pilingekî li hewselê” ji çîrokên Kurmancî pêk tê.

Beşek ji çîroka “şerê du dîkên qoqo” li jêr e weke nimûneyeke zimanê çîrokê yê Ayebe:  “adet bû; dîkê kê têk biçûya xwediyê wî kêr dida berkurka dîkê xwe û ew ser jê dikir. wê şevê berî kêra xwe li hev biceribînin, wan ewilî bi hev re kêr da stûyê dîkên xwe û xwîna reş ya dîkên xwe herikand nava teştê. dîkên ji ber şer ji qidûm ketî neperpitîn jî... bîskeke din kêrên wan di destê wan de, tevî wê xeleka mirovan, tevî dûman û cixareyên wan, tevî wê ronahiya zenûn û tîr derketin rastika ber qahwexaneyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.